Wisa xuya dike ku wê dewleta tirk tu caran nehêle ku gel bi hatina aştiyê kêfxweş û dilgeş bibin. Lewre jî rayedarên dewletê di her şert  û mercê de gefan li kurdan dixwin. Bînin bîra xwe ka çima hevdîtinên berê têk çûn. Li gorî angaşta rayedarên dewletê û berdevkên wan di pêvajoya hatina koma aştiyê de kurd pir kêfxweş bûne, lewre jî AKP’ê dev ji polîtîkayên ´açilim´ê berdaye. Niha jî piştî hevdîtina Ahmet Turk û Ayla Akat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn dîsa gef li kurdan xwarin û got, “Heke vê yekê îstîsmar bikin, wê helwesta me biguhere.”

Rayedarên dewletê çima ji kêfxweşî û dilgeşbûna kurdan ditirse, çima jê zivêr dibe û pê diêşe? Li gorî wan kurd van gavan wekî nîşaneya serkeftina xwe dibînin, lewre jî bi van gavan kêfxweş û dilgeş dibin. Li gorî wan divê kurd bi vê yekê kêfxweş nebin, heke bibin jî divê nîşanî raya giştî nedin, lewre "wan tiştek bi dest nexistiye" dewletê xêra "ji dilovaniya xwe" ev gav avêtine. Ne wisa ye, lê divê bila wisa be, di encamê de aştî û azadî mirovan kêfxweş û dilgeş dike. Li gorî gotina wan dema ku kurd pir kêfxweş dibin, tirk hêrs dibin. Lewma jî rayedarên dewletê naxwazin kurd zêde kêfxweş bibin. Em hêvî dikin ku ne wisa be. Heke wisa be, bi rastî jî tirk û kurd hindî ji hev dûr ketibin, tiştê ku aliyekî kêfxweş dike, aliyê din dîn û har dike, nexwe  jiyana bi hev re ne pêkan e.
Hin qelemşûrên dewletê dibêjin, “Kurd bi vê helwestê, diyar dikin ku ew bi ser ketin û dewleta tirk têk çûye. ”Lê li gorî baweriya me aştî ne tiştekî wisa ye. Di aştiyê de têkçûna û têkbirin nîn e, lihevhatin û lihevkirin heye. Di aştiyê de heqî bi ser dikeve, neheqî têk diçe. Di meseleya kurdan û tirkan de heqî çi ye, neheqî çi ye? Helbet heqî jiyana yeksan û azad e, neheqî jî înkar û asîmîlasyon e.  Heke wisa be, bi aştiyê divê heqî cihê neheqiyê bigire. Gelo bi rastî jî tirk ji kêfxweşbûna kurdan aciz dibin? Ez bawer nakim. Ji ber ku azadiya kurdan ji bilî xizanî û çewisandinê tiştekî ji tirkan kêm nake. Kî ji heqiyê aciz bibe ew dixwaze ku neheqî hetahetayê bidome. Lê divê her kes bizane ku tiştekî wiha ne pêkan e û bi ser de jî hingî ku neheqî hebe, wê doz û têkoşîna heqiyê jî hebe.
Di encamê de em dikarin bibêjin, di van rojan de ku hevdîtinan ji nû ve dest pê kiriye, divê rayedarên dewletê bihêlin ku mirov kêfxweş û dilgeş bibin. Heta divê ji bo kêfxweşkirina mirovan hinek gavên berbiçav bavêjin. Bo nimûne dikarin wekî gava destpêkê 400 girtiyên nexweş berdin. Her wiha dikarin nehêlin ku kuştinên mîna ya li Licê dubare bibin.
Li aliyê din bi rastî jî divê kurd zêde sermest û serxweş nebin û ji ser hişê xwe neçin, lewre li holê hê tiştekî berbiçav nîn e. Têkoşîna aştî û azadî hê jî didome. Di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir divê kurd hişyar û serwext bin. Mixabin civaka kurd jî wekî gelek civakên din ên rojhilatî tiştan zû ji bîr dikin, pirî caran em bi mêjiyê xwe nahizirin û li gorî wê tevnagerin. Li şûna wê, em didin pey hest û dilînên xwe. Erê hin caran hest û dilîn jî bi qasî hiş û aqil girîng e, lê belê di vê serdema modernîzma kapîtalîst de divê em bizanin ku dagirker pir zikreş û dilreq in. Ew wekî makîneyeke bê ruh û giyan hesabê xwe dikin û li gorî wî hesabî jî tevdigerin. Ji ber vê yekê pêwîst e em jî zû ji ser hişê xwe neçin û xwe bi dest hest û dilînên xwe ve bernedin.