Baș tê zanîn ku mejiyê dewleta osmanî li ser sê bingehan rûniștibû: Yek, ew cinawiriya navenda Asyayê bû ku wan serê dijberê xwe jêdikirin, di tasa serê wan de xwîna wan vedixwarin. Ya dudyan; ji îslamiyetê mijara xenîmetê wek talan xwendinbû, li gel wê li ser înkar û ji holê rakirina çandên berê xwe rûniștine. Ya sêyem jî li ser dek û dolabên bîzansî hatiye avakirin.

Mirovên dewletê li gor van her sê bingehan dihatan perwerdekirin, ji kesên mejiyê wan li gor van her sê bingehan hatibûna programkirin re “devlet kulu“ dihate gotin, tenê ev devlet kulu dikanîbûn erkên bingehîn wer bigirin, kesên ne li ser vê rêbazê bana, derfetê di nava serkariya osmanî de cîh girtinê bidestnedixistin.
Di hin çavkaniyan de tê gotin ku zarokên çar-pênc salî bi zorê ji dê û bavan digirtin, li ber tavê hetanê ber qirikê dikirin erdê, kelêjeke șil dikirin serê wan rojek hetanî êvarê wisa dihîștin, ew kelêj çendî hișk dibû ewqas serê wan zarokan dișidand, di dawiyê de wan her tișt ji bîr dikirin, ew danîn di dibistanên „acemî oglanlar mektebî“ de perwerde dikirin, dikirin „qulê dewletê“ wezîr û kizîr jî tev de ji wan bû.
Di qesrên osmaniyan de jinxane (hermalik) hebûn, piraniya wan wekî kole dihatin kirîn yan jî di șer de wek cariye dihat bi destxistin (peyveke xirab e lê rastî wisa bû) ji bo parastin û perwerdeya wan jî mêrênxesî wek axayê jinxanê dihat bikaranin, ev mêrxesî (kesên hadim) jî di dema zarokatiyê de dihatin xesandin, ji wan zarokên dihatin xesandin, ji dehan ya yek li jiyanê diman, ya nedima. Zarokên wezîr û padîșahan jî bi destên van jinên kole û van mêrên xesndî dihatin perwerdekirin.
Di dema vê komarê de jî bi dibistanên lêman (leylî/yatili), di sêwîxaneyan de, di dibistanên leșkerî û odeyên kozmîk de, bi azînên hê modernkirî mejiyê mirovan hatin programkirin, hinên ji xetê derketin jî bi așîkarî kuștin (wek îbretê alemê) bi vî awayî ew kevneșopiya osmanî domandin.
Di vê dema me de jî di dibistanên Fetullah Gulen yên di bin navên qașo „sevgîevî“ (malên hezkirinê) malên xwendekaran, qursên dînî, dersxaneyan de serê zarokan tên șûștin, dema ji van mirovên programkirî „qul“ ên baș afirîn jî, wan di erken gelek mezin de bikartînin. Dîsa gelek mirov bi êkence, kotek, șantaj û formên xesandinan tê perwerdekirin. Fetullah bi xwe jî di nava dewleta kûr de wek dema osmaniyan bi awayê „qûlê dewletê hatiye perwerdekirin, (ew di kasetên xwe de vê venașêre) lema jî ew dixebite ku li her welatî bi rêya dibistanên xwe qûl û koleyên mejiyê dewleta tirk biafirîne. Ji ber vê egerê jî bê veșartin ji xwe re „tevgera xizmetê“ dibêjin. Rasterast temsîlê wî mejiyê osmanî dikin. Jixwe vê venașêrin.
Dema mirov li kesên dikanin li Tirkiyê bibin serokwezîr, yan jî di nava serkariyê de erkên giring digirin tev de ji van der û dorên „qulê dewletê /qulê derî“ pêk tên, ji ber vê egerê jî Kemal Kiliçdarogluyê kureșî (kur + reș) xebitî ku xwe wek tirkmen nîșan bide, bi gotineke kurt xwest bibêje, „ez jî qulê dewletê me.“
Di nava deweltê de yek jî çanda ji dema îslamiyetê mayî heye; ew jî çand, nirx û hêjayîyên gelên din talankirin e, ji vana yên dikanin têkin xizmeta xwe, ji xwe re dikin mal, yên nikanin têkin xizmeta xwe jî tar û mar dikin. Ji berhem û hêjayiyên gelan ditirsin, lema jî ne kîlîse hîștin, ne jî goristan, mixabin ev nexweșiya wan hetanê radeyekê jî gihîștiye me kurdan, bi sedan dêr û goristanên ermeniyan hatine xirakirin û wendakirin.
Ev erișên li ser goristanên gerîlayan jî ji vê mejiyê dijminahiya gelan tê. Ew van șehîtgehan wek kelahê tirsê dibînin, lewre ew bîra gel tim zindî digirin, dîroka gelan tîne bîra gelan, xwînxwariya wan li ber çavan radixînin. Lema jî gorên Seyid Riza, Șêyx Seid, Seîdê Kurdî û hê bi sedan qehremanan wenda kirine.
Di rastiyê de ew mejiyê dewletê neguheriye, tenê wekî mar kirs guheriye, berê kirasê kemalîstên laîk lêbû, ew teng hat, ew ji ser xwe avêt, vê carê kirasê kemalîstên îslamîst li xwe kirine. Ji wê jî hê jî dixwazin wê mejiyê dewletê zindî bigirin.