Mirov dikare ji bo hevgirên NATO’yê yên ku dewleta Tirk jî di nava wan de ye û operasyona wan a li Derya Spî bi rehetî bibêje, ne “parastina kolektîf” bû, belkî gêjiyeke kolektîf bû. Jixwe di encama wê de sêşema bihurî Fransayê rola xwe ya di mîsyona NATO’yê ya li Derya Spî de bi dawî kir. Em nizanin gelo li nava NATO’yê de jî Fransa û dewleta Tirk xwe li hev rakişandin yan na. Ev mesele ne nû ye. 10’ê Hezîranê, keştiya şerî ya Yewnan Spetsai di çarçoveya Operasyona IRINI – ji bo kontrola ambargoya sîlehan a Neteweyên Yekbûyî li dijî Lîbyayê - de xwest keştiyeke bi bandrola Tanzanyayê ya bi navê Çirkin kontrol bike. Gava ku Helîkoptera ji keştiyê rabû xwe nêzî kêştiya bar kir, sê keştiyên şerî yên dewleta Tirk ew hişyar kirin. Wan got, di keştiya bar de malzemeyên tibî hene û ew wê diparêzin. Fermandarê Îtalî yê operasyonê xwest Spetsai vekişe, lê bûyer jî rapor kir û ji Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û NY’yê re şand. Lê mesele xirabtir bû. Keştiya şerî ya Fransayê ya bi navê Courbet, beşek ji hêza NATO ya li Derya Spî ye ya bi navê Operation Sea Guardian. Ew jî bi heman fîloya piçûk a hêzên Tirk re û keştiya bi navê Çirkin re hat hemberî hev. Sîstema wê ya naskirina xweber hingê vemirandiye. Gava Courbet xwestiye agahiya bar û berê xwe eşkere bike, aliyê Tirk bûye xwedî helwêsteke dijminane. Dewleta Tirk vê îdîayê red bike jî, Fransa cidî ye û ji hêza NATO’yê ya Operation Sea Guard sêşema bihurî vekişiya. Binpêkirinên meydana hewayî û deryayî ya Yewnanistanê jî meseleyeke din e ku dike NATO bêkêr be. Ji bo bersiveke eskerî ya li hemberî van binpêkirina Fermandarê Giştî yê Hêzên Eskerî yên Yewnan Konstantinos Floros got, “Bersiveke eskerî mumkin e. Kî lingê xwe bavêje ser erda me, em ê pêşî wî bişewitînin û paşê bipirsin ka kî ye.” Tiştekî eşkere heye, dewleta Tirk nexwest ku hevgirên wê bi xwe Çirkinê kontrol bikin û wê karî barê xwe bêyî kontrolê bibe cihê wê, tevî ku fermanên operasyonên cihê yên YE û NATO’yê ji bo teftîşkirina wê hebûn. Serokkomarê Fransayê dawiya sala par piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava, gotibû, mejiyê NATO’yê miriye, wî dawiya hefteya bihurî jî got, tişta li Derya Spî qewimî jî nîşana herî darî çav a vê tesbîta wî ye. FRANKFURT