Têkçûn diyardeyeke giyanî ya gelek taybet e, wek nexweşiyeke kronîk e, gelek caran pêdiviya têkçûyan bi terapiyeke dûr û dirêj ya klinikî heye. Em ji bo baş têgihîştinê çîrokeke gel di forma metaforê de bikarbînin.
Di nava gel de çîroka kesê nû mirî bi awa awa varyantî tê vegotin, varyanteke vê çîrokê wiha ye: Dema yek dimire, ji wê wetrê her kes miriye, tenê ew sax maye, lema jî bi hemû hêza xwe ve hewl dide ku laşên miriyan veşêre, lê vê re nagihîne, ew bang mirovên ku berê mirine jî dike, da ew jî werin alîkariyê bikin. Dema zindî cenaza mirî dikin gorê, tehtên devê gorê girtinê bi cîh dikin, xweliyê davêjin ser û gavekê bi şûn ve vedikişin, mirî jî serê xwe hildide ku bi şûn ve biçe, lê serê mirî divê „req“ û li kevirê alîgorê dikeve; ew hê wê çaxê fêm dike ku yê mirî ew e, bi axîn dibêje: „Hey wax hey, yê mirî ez im.“
Çawa ev çîrok jî nîşan dide, mirovê têkçûyî xwedanê psîkolojiyeke ruxandî ye, di cihana wî de hemû zindî xirab û nezan in, nikanin rastiyan bibînin, beredayî çalak in û per li ba dikin, pêdiviyên wan bi pendên têkçûyan heye.
Cunta leşkerî çawa hat ser kar wek hedefa yekemîn êrişê birêkxistinên kurd kir. Di nav vanan de yê malbata Rizgarî, O.yolî û yên din ku li dor kovarên legel civyabûn, nekanîn ku birêkxistiniyên çekdar ên xwe û gel biparêzin bi afirînin. Pêşengen wan jî ne di wê kapasîteyê de bûn ku bikanin pêşenngiya hêzên çekdarî bikin. Ji wê ji bo ku bikanin xwe bidin jiyan, teoriyên ji welat dûrketinê afirandin û bi giranî berê xwe dan Siwêda cemsarê, mirovan digot qey ji bo ku bikanin xwe konserve bikin ew welat hilbijartine.
Lê PKKê hêza çekdarî birêkxist, tekoşîn berz kir, tekoşîn çendî li ser xaka welêt berz bû, ew kom û komikên di nav labîranta konservekirinê de jî her çû piçûk bûn, hatin ber şêmûga wendabûnê, Di wê pindê de ji bo ku bikanin qadro û hevalên xwe li dora xwe bigirin, teoriyên dij şerê çekdarî, teoriyên dijminahiya Tevgera Azadî afirandin wek mînak: Pirtûka K. Burkay „Terorizm e, yan bur...“ hin kovar û rojnameyên bi vî rengî weşandin, li gel wê yekitiyên li ser dijminahiya PKKê pêkanîn, lê ji ber bingeh vala bûn, bi hev tewanbarkirinan têkçûn.
Di gotar, civîn, her tevgerên xwe de dev ji dagirkeran berdan, xebitîn ku qadro û kesên li dor xwe li ser dijberî û dijminahiya xeta PKKê perwerde bikin, daku ew ji dest wan neçin. Li aliyekî jî ketin nava têkiliyên gelek xirab û gendeliyê, wek mînak di qetilkirina dostê kurdan Olaf Palme de ew ji komiser Holmer bêtir ketin nava heweldan û têkiliyan ku bikanin wê qetliamê têkin stûyê Tevgera azadî. Dîsa li Almanyayê jî bi qedexeya PKKê re hin qadroyên van qaşo siyasetan bi polîsê alman re xebitîn. (li Frankfurt, Köln, Hanoverê ev bi belge ne.)Wan ev bûyerên li Ewropê jî wek siyên tirsê bikaranîn ku bikanin çend kesên li dor xwe bigirin û li gel wê bikanin ranta tekoşînê ya li Ewropê bixwin.  
Di pêvajoyeke wiha de kî ji Tevgera Azadî biqetiya, (bi giranî) ji bo ku bikane di nava van siyasetên têkçûyî de cihek ji xwe re çêke û li Ewropa rêyekê derfetê jiyînê bibîne, divîbû daxuyaniyên dijminî li ser Tevgera Azadî bida û têkilî bi saziyên polîsîye re daniya. Qaşo reberên van saziyên koçber ên ku êdî bîrdozên xwe li ser dijminahiya xeta PKKê parafekiribûn jî ev mijare jî ji bo di nava alîgirên xwe de dijminahiya xeta PKKê hê kûrtir bikin bikardianîn.
Li gel vê welatên bi NATO yê ve girêdayî jî li aliyekî ji bo piştgiriya dagirkerên tirk, li aliyekî jî ji bo qaşo ewlekariya xwe hem terorek li ser alîgirên Tevgera Azadî dimeşandin û hem jî bi her awayî alîkarî didan derdorên têkçûyî. Wek mînak dema cara sisyan di ser mala min de girtin, komîserek siyasî ji min re got: „Tu mirovekî rewşenbîr î, çi karê te di nava vanan de heye, biçe cem filan tevgera kurd, emê jî alîkariya te bikin.“
Bingehê siyasetên têkçûyî û qaşo qadro û dilxwazên wan ev bû. Niha jî li aliyekî dewleta tirk ji bo ku bikane pêşî li şoreşa kurdistanî bigire, hin derfet pêşkêş kirine, yanê rewşekê wek rewşa Ewropayê afirandine ku bikanin hin derdoran ji şoreşê dûr bigirin, li aliyekî jî hin derfet dane derdorên siyasetên têkçûyî, lema kîjan kom tê ba hev û dixwezin partiyekî ava bikin, berê bi daxuyaniyekê êrişê Tevgera Azadî û BDPê dikin, hê dest bi civînên xwe dikin. Mînak PDK a T.
Di mijara rêveberî û serokatiyê de jî; wek siyaset hem nekanîne bibin alternatîf û hem jî rêberiyeke bikane gel bikişîne dor xwe, temsiliyeke têr ya wan siyasetan bike, biafirînin; lema di giyana wan de valahiyeke kronîk heye, piraniya wan yên berê ji birêz Barzanî re gotinên nemayî digotin, gotinên xwe ji bîrkirine, ji bo têrandina hestên xwe yên bavtiyekê, yan jî îdolekê têrandinê berê xwe dane birêz Barzanî û PDK. Ku sibe alternatîfeke wan çêbe, wê yên êrişê birêz Barzanî bikin dîsa ew bin, lew re ew forma pêşengiyên ewropî baş dizanin.
Hemû qadroyên siyasetên têkçûyî bi derketina internetê re lîstok û pencereyên hestên xwe yên têkçûyî têrandinê bi dest xistine. Bi hewladana miriyekî/ê di her gotinên xwe de wê dijminahiya xwe ya li dij zindiyan vedirişin, tu carî nikanin pergal û realîteya di rastiya jiyanê de heyî bipejirînin, ev di wê perwerde û şiyana wan a siyasi ya ku me bingehê wê di rêzên pêş de şirovekiriye de veşartiye.
Têbinî: Di kesayetiya Rojava de sersala hemû kurdistaniyan pîroz dikim, Hêvî dikim ku sala nû ji bo gelê me azadî bîne.