Li navenda Qamişlo bi destpêka Şoreşa Rojava re şehîdgeh li her herêmê hatin avakirin. Ji bo merasîm, bîranîna şehîdan mekanê herî hêja hatin hilbijartin. Her wiha xabatkar û berpirsê şehîdgehan hatin wezîfedarkirin.
Şêhîdgeha Delîl Saroxan a li Navenda Qamişlo jî yek ji van cihan e ku cangoriyên azadiyê bi hêjayî werin bicîhkirin û dema cenaze de merasîmên herî bi heybet bên lidarxistin. Platform, cihê merasîma leşkerî û cihê kombûna gel hatiye amadekirin. Bank û cihê rûniştinê hatine danîn. Her wiha abîdeyeke mermer a taybet hatiye danîn. Abîdeya ku find û ronaliya findê pêşengtî û ronîkirina rêya gel teswîr dike, mîna teswîra şehîdan hatiye danîn. Her wiha gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan: “Şehîd Rêberên me yê manewî ne” bi Kurdî li ser mermerê hatiye nivîsandin.
Şehîdgeh sala 2012’an hatiye avakirin. Di şerê azadiyê de kesên ji navenda Qamişlo yên li vê şêhîdgehê hatine bicîhkirin, qederê 700 cangoriyî ne.
Gor ji mermer hatine çêkirin, wêneyên şehîdan li ser wan hatine bicîhkirin. Kulilk li ser wan hatine çandin, find hatine danîn. Her wiha ekîba ji goristanê berpirs, rojane paqijiyê dike, bi kulîlkên ser goran re elaqedar dibe, wan av dide. Gel êvarên înan, cejnan û dema şehadetên nû çêdibin berê xwe dide şehîdgehê. Mîna cihên din li Qamişlo Şehîdgeha Delîl Saroxan mekanekî bedew ê rêzdarî, hurmet û minetdariya gel a ji bo şehîdan îfade dike.
QAMIŞLO