Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê pêk hatin. Di çalakiyan de şîddeta li jinê, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan, doh li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş û xwepêşandan pêk hatin.
Bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî hemûyan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanan de, gelek axaftin li ser jinên û şîddetê hatin kirin. Her weha êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.
Wêneyên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Paşerojê Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li ser Rêya M4 di 12`ê meha Cotmehê de hat şehîdxistin û wêneyên şervana YPJ`ê Amara Rênas û dayika Aqîde, her wiha wêneyên komkujiyên ku artêşa dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, hatin hildan.
Pergaleke hevbeş a parastinê divê
Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah li ser avakirina mekanîzmayeke hevbeş ji bo tevahiya jinan û yekkirina kedên wan di têkoşîna li dijî faşîzmê de axivî.
Nesrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de tevahiya jinên cîhanê yên ku piştgiriya hêzên wan di van şertûmercên dijwar û hesas de kirine silav kir.
Nesrîn, rewşa jinên şiddet li wan tê kirin anî ziman û got: “Pergal û zihniyeta mêrdestî yên heyî ji jinê re nebûn hêzek parêzvan, ji ber ku jêdera pirsgirên jinê zihniyeta mêrdestî û pergalên ku cîhanê bi rêve dibin e, yên ku edalet, wekhevî û demokrasiyê îdia dikin. Lê ew ne mîna ku îdia dikin e, rewşa heyî îsbata wê ye.”
Ev mekanîzma pergalek e
Nesrîn di nava gotinên xwe de behsa girîngiya vedîtina mekanîzmeya parastina hevbeş ji bo tevahî jinan kir û got: “Dema ew mekanîzme hebe, wê tevahiya şerên ku li her derê rû didin bi taybet li Rojhilata Navîn bi dawî bibin. Jin dema pirsgirêkên xwe çareser dike, ew tê maneyê ku ew dikare tevahiya pirsgirêkan çareser bike. Mekanîzmeya em behsa wê dikin ne tenê leşkerî ye. Ji ber ku gelek aliyên mekanîzmeya parastinê hene, siyasî, civakî, hiqûqî û gelek aliyên din. Ev mekanîzme pergalek e ku ne tenê jinê dikare tevahiya civakê biparêze.
Jin piştgiriya berxwedana jinê dikin
Nesrîn bi bîr xist ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve û heta niha bandorek mezin li tevahiya jinên cîhanê kiriye û got: “Jin li her derê piştgiriya berxwedana jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya `Jin jiyan e azadî` dikin.
Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah di dawiyê de bang li tevahiya jinan kir ku têkoşînê bi rojekê bi sînor nehêlin û divê her roj asta têkoşîna xwe mezin bikin. Têkoşîna wan wê jin, mêr û civakê rizgar bike û bi hev re wê jiyanek azad ji tevahiya mirovahiyê re ava bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN