Di serdanê de Mela Nadir axivî û diyar kir ku ew naxwazin xwîna kesî birije û bi taybet jî xwîna gelê Kurd û wiha got: “Em neçarin xwe bi parêzin. Gerîla li Qendîl, Kobanê û Rojhilat bin ewê biçin gel wan û piştgiriya xwe ji bo wan bikin.”
Piştre Mele Evdilkerîm Şarbajêrî jî ragihand ku çavê hemû Kurdan li gerîla ye û wiha axivî: “Çavê zarok, jin, nexweş û hemû Kurdan îro li we ye. We serê gelê Kurd bilind kiriye û dilê me hemûyan îro li gel weye.”
Mela Evdilkerîm balkişand ser piştgiriya gêrîlayan û wiha got: “Îro her çendî çek ne li milê me be, lê çi em di mizgeftan de bin û çi jî di nava gel de bin, em alîkariya gêrîla û pêşmergeyan dikin daku dijminê gelê Kurd bê şikandin. Çarenivîsa gelê Kurd hûnin û îro hûn bûne dîroka gelê Kurd û em di wê hêviyê dene ku di demek nêz de bi çavê xwe serkeftina we bibînin.”
Dijminên me yek e
Piştî axaftinên melayan fermandarê giştî yê HPG’ê yê li Kerkukê Egîd Kelarî jî xêrhatina melayan kir û wiha axivî: “Daxwaza Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî û dîroka gelê Kurd tenê yekitiya Kurdan bu. Ji bo wê îro em vê yekê bi çavê xwe dibînin û xwesteka dîroka me jî ev bû.” Egîd Kelarî diyar kir ku dijminê gelê Kurd gelekin, lê ji bo têkbirina dijmin jî hêz û îradeya gelê Kurd heye. Fermandar Egîd ji bo hatina melayan kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya wan kir.
ROJ NEWS/KERKÛK