Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi wesîleya Cejna Remezanê, şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ya wargehê, li Saziya Malbatên Şehîdan têkildarî êrîş û qetlîamên ku li hemberî gelê Rojava pêk tên şermezar kirin.  Di daxuyaniyê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargehê Mele Tofîq got ku dema Xwedê Teala mirov afirandiye berpirsiyarî danîne ser milê însan, ew jî parastina xak, gel ol û hwd. û wiha got: “Xwedê Teala gotiye, ‘Xiyanetê li emanetê min neke. Hz. Muhammed gotiye ku kesê ji bo xak, gel, namusa û ola xwe nexebite ji rehma xwe bêpar e.” Mele Tofîq ji bo Rojava banga tevkariyê kir û têkildarî piştevaniya mirovan a ji bo mirovan jî ev xal destnîşan kir: “Dema di nav alema Îslamê de li cihekî bûyerek hebe tavilê ji bo bidawîkirin rastkirina wê bûyerê divê hewldan bên pêşxistin Divê kes xwe ji vê mesuliyetê dûr neke û neheqiyê ji holê rakin."

Mele Tofîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi wesîleya Reha Remezanê û cejna Remezanê em ji Xwedê dixwazin ku di Kurdistan azad de Rêberê me Rêber Apo li gel me be û cejnên xwe pêkve bi awayekî serbilind û azad pêşwazî bikin.
Endamê Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistan ya Wargehê Mele Muhyeddîn jî di destpêka xwe de cejna Remezanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û li tevayî alema Îslamê pîroz kir. Êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd ên Rojava pêk tên şermezar kir û banga piştgirî û piştevaniyê li gelê Kurd kir. Mele Muhyeddîn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di serî de gelê Kurd, alim û oldarên Îslamê û tevayî gelê misilman divê li hemberî zilma li dijî gelê me yê Rojava bêdeng nemîne. Madî û manewî piştgiriyê bidin Rojava.” 

MEXMÛR