Mezelê Memê û Zîn ku di êrişên dewleta Tirk ên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Cizîrê de texrîb bû, bi alîkariya xalkê navçeyê û Mahmût Kanmaz ê ku bê berdêl xizmetê dike, ji nû ve li serdanê vebû.
Mirovên ku li Cizîrê diçin serdana tirba Mem û Zîn, piştî ku serpêhatiya wan dixwînin, dia dikin.
Yek ji destanên neteweyî yên gelê Kurd, destana Mem û Zîn e. Çîroka evîna Mem û Zînê ku muhtemelen navbera salên 1450-51’ê li Cizîrê deng veda, ji aliyê Ehmedê Xanî ve 240 salan piştî mirina wan, bi rengekî helbestî hate nivîsandin. Rastî, başî, bêgunehî, qelsî û bêçaretî di şexsê Mem û Zînê de, nebaşî, durûtî, fitne û fesadî jî di karakterê Beko de vegot.
Li ser vê eşqa mezin ku beriya niha bi 558 salan di nava surhên bedena Cizîra Botan de rû da, gelek stran hatin gotin, film li ser hatin çêkirin û çîrok hatin gotin. Tirba Mem û Zînê ya li vê derê, ji bo mirovan bi xwe ziyaretgehek e.
Ji bo xatirê wan bêmiradan
Xelk ev bi sedan salan e ku diçe serdana tirba Mem û Zînê. Hinek dibêjin, “Dibe ku ji bo xatirê her du evîndaran diaya min bê qebûlkirin” û tên serdanê. Tirba li Cizîrê, sala 2016’an ji ber êrişaên dewleta Tirk a li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê, gelekî texrîb bû. Şêniyên herêmê alîkarî dan hev û ziyaretgeh ji nû ve li serdanan vekirin. Ji gelek bajarên Kurdistanê û heta gelek bajarên Tirkiyeyê, gelek mirov diçin serdana tirbê.
Li dijî rantê Mehmûdek
Mahmût Kanmaz ku ev 12 sal in bê berdêl li ber tirbê nobetdar e, ji serdanan gelekî kêfxweş e. Kanmaz diyar kir ku ji ber xwedîderketina gelê Kurd a li Mem û Zînê, ziyaretgeh hîna heye û got, “Rojê herî kêm 50 kes tên serdanê. Mirovên ji vê herêmê roja Pêncşemê tên, dia dikin û diçin. Hejmara mirovên ji bajarên din tên gelekî zêde ye. Me ev der ji bo kesî nekir cihê rantê. Em dixwazin gel bi hêsanî û bê berdêl bê vê derê.”
Nefîse Çoban ku ji Colemêrgê hatiye serdana keça xwe ya li Cizîrê, got, “Zarok ji keça min re çênabin. Min ji bo wê dia kir. Înşela wê bê qebûlkirin. Van mirovan li vê dinyayê timî êş kişand. Dibe ku Xwedê ji bo xatirê wan dengê me bibihîze.”
ANF/ŞIRNEX