Nêzî 50 hezar însan hatin kuştin, çar hezar gund hatin wêrankirin. Bi milyonên Kurd ji warê bav û kalan hatin dûrxistin. Kurdistan seranser bû qada şer û xwînê. Ev şer hêna jî berdewam e. Sedem jî ewe ku dewleta Tirk ji nijadperestiya xwe nayê xar, mafê Kurdan nasnake û dixwaze bi alikariya aşê teknolojiya nûjen ya telekomunikasyon û ragihandinê Kurdan asimile bike û ji vê pirsgirikê ‘rizgar’ bibe. Lê nafîle û bêfêde ye. Kurd ne Kurdên berê ne û sond xwerine ku heya welatê xwe rizgar, gelê xwe azad nekin, wê berxwedana xwe berdewam kin.
Tirkiyeyê şerekî nepaqij û qirêj dimeşîne. Çekên kîmyewî, gazên qedexekirî bi kar tîne. Ser de jî bona ku berxwedana şervanên azadiyê bişkîne û hêviya gel sist bike êrîşî însanên sîvîl, jin û zarokan dike. Ne tenê Roboskî, ne tene kuştina Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol, Şerzan Kurt û Aydin Erdem, bi dehan, bi sedan, bi hezaran zarok û ciwan, jin û mêr, kal û pîr hatin kuştin. Girtigeh ji zarokên Kurd ve tijê ne. Di zaningehan de xwendekarên Kurd nema ne.
Qurbaniyên şerê qirêj nikarin bo nanê rojê li barejek Tirkiyeyê paletiyê jî bikin. Karker, koçber û paleyên Kurd dibin hedefên êrîşên nijadperestan. Niha koçberên Kurd bo nanê rojê di riyan de ne. Diçin Çukurova, diçin Ege û herama Derya Reş. Îsal çend Kurd li wan deveran hemberî êrişan werin, çend kes bên kuştin, çend hezar kes bêyî ku qûrişek qezenç bikin, bizivirin welatê xwe, kes nizane.
Tayyip Erdogan û adeleta Tirk ser tevkujiya Sêwasê girt. Di ser de jî Erdogan biryara dadgehê ya derbarê tevkujiya Sêwasê bi xêra gelê xwe pejirand û piştgiriya dadgehê kir. Niha jî se û kûçikên dewletê dîsa dest bi karê xwe kirine. Di hedefa dewleta Tirk de niha Kurdên Elewî cih digrin. Li gelek bajaran mal û xaniyên wan tên îşaret kirin. Doh li Semsûr, Dîlokê, li Didimê û sibê li bajarên din...
Ji ser ku aks û eksena dewleta Tirk li ser hîmên nijadperestiya Tirk û Sunîtiyê hatiye danîn. Doh Kemalist li ser vê riyê diçûn, îro jî Tayyip û Fethullah efendî.... Heya ku ev aks û eksen neyê şikandin, wê Kurd, Elewî, Xiristiyan bibin hedef.
Ne tenê ev. Her wisa hêzên demokrat û aşitîxwaz jî. Azadiya raman û fikrê, azadiya çapemenî û ragihandinê, azadiya rêxistinî ku têrê nakin, niha di bin xeterek mezin de ne. Ji niha de Erdogan wek Sûltan, hikûmeta wî jî wek rejimek otoriter dişewire.
Li derva jî rewş ne cûda ye. Rejima AKP siyaseta ‘kûrahiya stratejîk’ îlan kir û got: ‘Bi cîranan re sifir problem.“ Lê gelek najot, pêwendiyên Tirkiyeyê bi ciranên wê re xirabtir bûn, ber ku aks û eksen wek berê ma.
Şerê sar bi Îsraîlê destpêkir. Li ser vê bi Sûriyeyê û Îranê mîrişk tevlihev kirin. Gelek neçû mirîşk bijartin û xwarin û şûr li dijî hevûdu kişandin. Niha jî bayê şerek germ li ser wan welatan de tê.
Doh li Iraqê dijî Kurdan piştgiriya Sunnî û Şiiyên Ereb dikirin. Niha jî Malikî AKP bi neyartî û dijmintiyê tewanbar dike.
Nexşeyê siyasî ya ciranên Tirkiyeyê derxin û binêrin. Ji Rusya destpêbikin, di ser Ermenistanê derbasî Azerbaycanê bin, paşê beçiyê xwe bibin ser Îran, Iraq û Sûriyeyê. Bi wan welatan hemûyan re pirsgirêkên Tirkiyeyê derketine holê; hem jî ne tene pirsgirêk, şerek sar di nav wan dewletan de destpêkiriye û her diçe tûndtir û germtir dibe. Paşê werin Qibris û Yunanistanê. Ev jî têrê nekir derbazî Yekitiya Ewropê bin.
Ev rewşa han derfetên nû derdixîne pêş hêzên aşitixwaz û demokrat û her wiha welatparêzên Kurd. Ger li derwa û taybetî jî li Ewropayê hamleyek diplomasiyek rengîn bi hemû hêzên demokrat ve bê meşandin, li hundir jî ev hêz bikaribin bi hevra li ser proje û konseptek hevbeş bi rê ve bimeşin, wê îhjtimal heye ku alternatifek xurt derkeve pêş û riya AKP bê girtin. Ger ev nebû, Siltan Erdogan wê wek sîlîndîr û loxek giran li ser wan hêzan ve derbaz be!
msahin1@web.de
MEMO ŞAHÎN : Li hundir şerek germ, li derva şerek sar