Li rojavayê bakurê welêt, ji Dêrsimê heta gundên Kurdan ên li bajarê Tirk Kayseriyê, Kurd û Tirk cîranê hevdu ne, gundên wana li hinda hev in û li bajaran jî bi hev re dijîn. Gundên Tirkan li nêzikî bajaran bi war bin jî, yên Kurdan piranî li çiyê ne. Di hêla baweriyê de piraniya Kurdên vê hêlê Alawî ne, Tirk jî Misilmanên Sunnî.

Ji ber ku dewleta Tirk nola (mîna) netewdewletekî xwedî nasnavên Tirk û Sunnî hate sazkirin, nasnavên Kurdî û alawî tim û tim bi pêkutiyên dewletê re rû bi rû man. Li sala 1920-1921’an fermandarê bi eslê xwe Arnawût Sakalli Nûrettîn Paşa dema bi navê dewleta nû hespê xwe dajot ser Kurdên Koçgîriyê, gotiye, “Me yên digotin ‘zo‘ (Ermenî) tune kirin, dor hat ên ku dibêjin ‘lo‘ (Kurd).“
Aktorê duduyan ê piştî M.Kemal Ataturk ê mîna xwediyê dewletê tê naskirin Îsmet Înonû jî di destpêka salên 1930’î de dema qirkirina Dêrsimê plan dikir, gotiye; “Eger Erzingan bibe bajarê Kurdan, ditirsim wê çaxê Kurdistan wê were avakirin.“
Meletî, Mereş û Dîlok jî ji destpêkê ve bûne bajarên sereke yên ji polîtîkayên asîmîlasyonê herî zêde para xwe standî...
Wêkî Kurdên li eniya pêş, Kurdên li van bajarên ku mîna bajarên sînorê jî têne naskirin, heta îro kengê bona nasnavê xwe yê Kurdî dengê xwe bilind kirine, rastî zilm û zordariya dewletê hatine. Salên 1920-1921‘ê li Koçgîriyê, paşe li salên 1937-1938’ê li Dêrsimê, sala 1967’ê li Albistanê bi qirkirinê re rû bi rû mane û bi deh hezaran ji wan hatine kuştin. Ji xwe asîmîlasyon bi her awayî berdewam kiriye û rojek hatiye ku Kurdan ji Kurdbûna xwe fedî kirine, ji nasnavê xwe reviyane…
Dewlet bi vê encamê re gihîşte wê baweriyê ku êdî kesekî bikeve dûv nasnavê Kurdî nemabû. Nola ku Îsmet Înonû gotiye; “Kurdistan di bin axê de heta hetayê hate veşartin û êdî nema kesek bahsa wê bike!..“
Di jiyana rojane de jî bi rastî atmosfereke bi vî rengî raser bû. Ta ku li dawiya salên 1970’yî çendek ciwanên wêrek ji bo hebûn û mafên Kurdan ji nû ve dest bi têkoşînê bikin!.. Mîna ku ji kokê darekê yê di bin axê de mayî, ji nû ve şitilek hêşîn bibe û berê xwe bide rojê...
Helbet ev yek dewlet tirsand û xiste panîkê...
Heta çend deh salên vê dawiyê di navbera civakên Kurd û Tirk de zêde pirsgirêk  nehatibe jiyîn jî, piştî pêşketina têkoşîna Kurdan, bi propagandaya qilêr a dewletê ve Tirkên li rojavayê bakurê Kurdistanê dijîn bi çavekî dijminî li Kurdan mêzekirin. Bi nijadperestiyê hatin jahrkirin û ji bo provokasyonan hatin amade kirin. Bona ku Kurd û Tirk bi pêsîra hev bigirin, dewletê komplo li ser komplayan xiste pratîkê. Di dawiyê de senaryo li Mereşê hate ser dîkê û qurbanên lîstikê jî Kurdên Alawî bûn.
Di navbera rojên 19-25’ê berçileya 1978’an de dewleta Tirk bi destê kesên nijadperest û faşîst li Mereşê êrîş bir ser malên Kurdên Alawî. Gorî dewletê 111 kes, gorî kesên wê çaxê li wir bûn jî, jin û mêr, zar û zêç, kal û pîr 150 kes hatin kuştin. Ji wana hinek bi çekan hatin gulebarandin, hinek bi biviran hatin parçekirin, hinek jî bi zindî hatin şewitandin!.. Mal û milkê wan ji hêla cîranên wan ên Tirk ve hatin talankirin û di dawiyê de jî Kurd ji Mereşê reviyan…
Ji ber tirsa ji hişyarbûna Kurdan û ‘perçiqandina serê mar di biçûktiyê de‘, hên di ser qirkirina Mereşê re du sal derbas nebû bû, vê carê jî cuntaya leşkerî di 12‘ê îlona 1980’yê desthilatdarî hilgirt destê xwe.
Lê bi ser ket? Na!.. Plan û projeyên ji bo tunekirin û asîmîlekirina Kurdan, bi berxwedaneke ku dengê wê gîhişte her derê cîhanê, hatin sekinandin û vala derxistin.
Kurdên rojavayê bakurê welêt, Kurdên Alawî jî îro rûreşî û hovîtiya dewletê nas dikin. Ew dizanin ku dewleta li Mereşê zar û zêç û jinên Kurd bi biviran parçe parçe kirî, heman dewleta par li Roboskîyê 34 zarok û ciwanên Kurd bi bombebarana teyarên şer parçe parçe kirî ye!..
Û êşa dilê Roboskiyan jî heman êşa dilê wan a piştî qirkirina Mereşê ye!..