14’emîn Festîvala Şanoya Kolanê ya Merîwanê wê 23’ê Tebaxê destpê bike û heta 27´ê Tebaxê jî dewam bike. 38 berhemên şanoyê jî niha ketine qonaxa dawî ya festîvalê.

Rêveberê 14’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya Merîwanê, Fatîh Badperwa diyar kir ku 38 berhemên şanoyê ketine qonaxa dawî û wiha dewam kir: “11 berhemên şanoyê di beşa kêbirkêya Îranê, 5 berhem di beşa ayînî û kevneşopî, 3 berhem jî di beşên cudahiyên pratîkî, 3 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên navxweyî), 7 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên derveyî), 5 berhem di beşa bijartî ya festîvalan û 4 berhem jî di beşa zarok û ciwanan de ketin qonaxa dawî ya vê dewreya festîvalê.”

Festîvala navneteweyî ya şanoya kolanê ya Merîwanê her sal li bajarê Merîwanê bi beşdariya gelek kesan tê lidarxistin. Festîvala îsal 23’ê Tebaxê destpê dike û heta 27’ê Tebaxê bidome. 

 

 MERIWAN