Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û nedorveger li bajarên Elmanyayê Kassel, Duisburg û Nurnbergê, wê li Berlînê dewam bikin.

Li Duisburgê Mele Mustafa Tuzak, li Nurnbergê Şiyar Xelil û li Kasselê Omer Bagdur û Cemal Kobanê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ev bêhtirî du mehan e ku di greva birçîbûnê de ne. Mele Mustafa Tuzak ev 77 roj in, Şiyar Xelîl ev 64 roj in, Omer Bagdur û Cemal Kobanê jî ev 61 roj in çalakiya xwe dewam dikin. Çalakger ji bo ku greva xwe li paytexta Elmanyayê Berlînê dewam bikin, çûn vî bajarî. Malbatên Bagdur û Kobanê her du ji NCDK´ya Kassel bi oxir kir.

Di navbera serokwezaretî û parlamenê de

Çalakiya greva birçîbûnê wê li navnîşaneke di navbera avahiya serokwezaretî û Parlamena Federal de li “Paul-Löber Allee/10559 Berlînê” dewam bike. Li vir, di nava karwana hatî danîn, wê çalakî bibe.

Li ser navê Komîteya Amadekar, İsmail Parmaksiz got, ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bêhtir bixin rojeva raya giştî ya Elman de mekanê çalakiyê birine Berlînê. Wekî din li meydana çalakiyê wê konekî çalakiyê jî bê vedan û çalakger bi şev û bi roj li wir bin.

Hevserokê NAV-DEM´a Berlînê Yeko Ardil jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya Elmanyayê da û got, “(Siyasetvan) her roj dema ku çûn firavînê bixwin wê çalakgerên greva birçîbûnê bibînin. Nikarin ji van daxwazan û vê berxwedanê birevin. Berlîn wê bi rengekî ji rengan bibe Strasbourga duyem. Em banga hestiyarbûnê li hemû Kurdan û dostên wan dikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN