Bi pêşengiya Ciwanen Azad, Meşa Dirêj a ciwanan ji bajarê Elmanyayê Dortmundê pêr dest pê kiribû. Ev meşa ji rêûresmê ku her sal ji bo azadiya Ocalan tê kirin, doh piştê êrişa polîsan hat qedexekirin. Di êrişê de wekî din 10 ciwan jî hatin binçavkirin.

Piştê ku polêsê Elman bi hincetên besît û kelevajî meş bi awayekî kêfî qedexe kir, ciwanên çalakger doh li Navenda Civaka Demokratîk a Essenê civiyan. Di civînê de ciwanên Kurd û înternasyonalîst ên ku doza azadiya Ocalan dikin, got, “Li dijî tecrîdkirina şidandî ya Rêber Apo, heta ku Rêber Apo rizgar bibe, em ê li her warî têkoşîna xwe dewam bikin û her warî veguherînin meydana têkoşînê.”

Ciwanan da zanîn ku piştî nirxandina rewşê, wan biryar daye ku meşê ji cihê mayî dewam bikin.

Li cihê civînê wekî din endamê Kordînasyona Komalên Ciwan, Şehid Baran Mawa hat bibîranîn û sînevîzyonek hat nîşandan. Şano û vîdeoya li ser têkoşîna ciwanan jî hat nîşan dan di bibîranînê de. Meşa Dirêja a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan, îro wê ji cihê mayî dewam bike.

 

 ESSEN