
Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad di çarçoveya Kampanyaya ‘Azad Bike’ de ji bajarê Elmanyayê Dortmundê dest bi meşa dirîj kirin. Meş îro di roja xwe ya di 4´an de dewam dike. Meşê 11´ê Îlonê dest pê kiribû û 16´ê Îlonê wê di Festîvala Çanbda Kurd a Nevneteweyî ya li bajarê Elmanyayê Kolnê de bi dawî bibe.
Doh danê sibehê ciwan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wuppertalê civiyan û qonaxa xwe ya sêyem a di navbera Wuppertal û Dusseldorfê de ya 30 kîlometroyî dan destpêkirin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî ciwanan meşa xwe bi kela canê xwe ya rabûyî û bi coş dewam kir.
Dema rojnameya me ji weşanê re dihat amadekirin, hindik mabû ciwan bigihîjin Dusseldorfê. Ew ê li Dusseldorfê beşdarî çalakiya piştgiriya girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê bibin. Di vê çalakiya mîtîngê de ciwan wê doza azadiya girtiyan bikin û helwêsta dewketa Elman jî protesto bikin.
Kurdistaniyên beşdarî meşê bûyî ji rojnameya me re peyivîn û banga tevlîbûna 25´emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kirin.
Festîval wê bibe meydana dengvedana azadiyê
Nesrîn Korkut a beşdarî meşa dirêj dibe 28 salî ye û ji bajarê Elmanyayê Freiburgê ye. Korkut bi eslê xwe ji navçeya Mêrdînê Midyadê ye û ji 23 salan û vir ve li Elmanyayê dijî.
Korkut heta niha beşdarî 3 meşên dirêj bûye û dibêje ev meş ji yên beriya niha guhertiye: “Giranbûna tecrîdkirina Ocalan bêhtir berpirsiyariyê dixe ser milê me. Ji bo dawîhatina li vê sîstema tecrîdkirinê, heta dawiyê ez ê bimeşim. Tevî ku rewşa hewayê jî ne zêde xweş e, hejmara beşdaran gelek e. Van herdu rojên li pêşiya me divê ciwan ji bo xurttirkirina meşê beşdar bibin. Armanca meşê gelekî bi qîmet e, ji bo azadiya Serok Apo ye, ew temamê Kurdan temsîl dike. Li ser vî esasî ez bang li gelê Kurd ê li Ewrûpa û dostên wî dikimda ku di 25´emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de cihê xwe bigirin û ji bo azadiya Rêbertiyê dengê xwe bilind bikin.”
58 salî beşdarî meşa dirêj dibe
Ji bo destekê bide ciwanan, Bedran Aydeniz ê 58 salî yê li bajarê Elmanyayê Wuppertalê dimîne jî beşdarî meşê dibe. Bedran Aydeniz ji beldeya Stilîlê ya ser bi Nisêbînê ye. Ew heta niha beşdarî hemû meşên dirêj bûye.
Bedran Aydeniz fikrên xwe li ser mijarê wiha îfade dike: “Meş her sal ji bo azadiya Rêbertiyê tê lidarxistin. Ez jî cihê xwe di vê meşê de cihê xwe digirim. Ji ciwaniya xwe ve, hem li Kurdistan û hem jî ji dema hatime Ewrûpayê û vir ve, hewl didim berpirsiyariyên welatparêziyê bi cih bînim. Tevî ciwanan di meşa dirêj de cih girtin, ji bo min rûmetek e. Ji ber ku em beriya niha bi Şehîd Çekdar, Şehîd Lecwan û Heval Alî Çiçekan re yên ku îro ne di nav me de ne, bi hev re meşiyan. Her ciwanê ku di dilê wî de daxwaza ´Statu ji bo Kurdistanê û azadiya Rêbertiyê´ heye, di vê meşê de cihê xwe digire. Kurdên li Ewrûpa, her yek ji wan bi hev re divê beşdarî 25´emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin. Ev festîval wê bibe festîvala ku em ji bo azadiya Rêberiya xwe lê dengê xwe bilind bikin.
WUPPERTAL