
Gulhat koma gihişt Qadên Parastina Medya slav kir û da zanîn ku ligel hemû şert û mercên zehmet gerîlayan vekişîn bê pirsgirêk temam kirine û wiha got: “Ji bo Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk bi serkeve koma ye gerîlayan gihişt Qadên Parastina Medya. Ev pêvajoya ku Rêber Apo bi xesasiyet da destpêkirin, ligel şert û mercên dijwar, bê pirsgirêk temam kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê hêzên HPG û YJA Starê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bike. Dê hesasiyetê nîşan bidin.
Fermandarên komê Sureç Zagros û Serhildan Garisî jî der barê vekişînê de axivî û got bana Rêber Apo bo wan emre û li ser vê hatin qadên Parastina Medya. Fermandaran destnîşan kir ku dê bi awayekî herî baş tevli pêvajoya Rêber Apo dane destpêkirin.
Fermandar Sureç Zagros da zanîn ku heta Rêber Apo azad nebe dê ew wek hêzên HPG û YJA Starê têkoşîna xwe bi biryarek mezin bidomînin.
Serhildan Garisî jî bi lêv kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk berhema gelê Kurde û got: “Ev pêvajo ji alî tu kesî ve bo me nehatiye dayîn. Ev berhemê têkoşîna me ya 40 saliye. Ev pêvajo li ser fedekariya, Rêber Apo, şehîd û gelê me pêk hatiye.”
ANF/BEHDÎNAN