Çalakiya hevseroka KCD´ê Leyla Guven kete roja xwe ya 91´ê de, Guven ji ber ku tecrîd dewam dike, çalakiya xwe dewam dike. Li aliyê din şaredariya paytexta Fransayê Parîsê ji bo destekê, Leyla Guven kir welatiya xwe ya rûmetê.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 91 roj in, 3 meh in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Şaredariya Parîsê jî hem Leyla Guven kir welatiya xwe ya rûmetê û hem jî li dijî Erdogan destek da têkoşîna gelê Kurd.
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, dest pê kir, li Amed, Hewlêr, Strasbourg, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 8’ê Mijdara 2018´an dest pê kir, û îro di roja 91’ê de dewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê, Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kirî jî di roja 78’an de ye. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li bajarê Fransayê Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Welatê Galiyan jî di roja 52’an de, ya koma pêşî ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 53’yan de dewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ne.
Hevseroka KCD’ê Guven, 25´ê Çile li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê beşdarî rûniştina doza xwe nebû, lê dadgehê ew tehliye kir. Ji ber ku daxwazên Guven pêk nehatin, ew li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe dewam dike û ev çalakî îro kete roja 91´ê de.
Bi israr çalakî dewam dike
Ji bo piştgiriya bi Guven û çalakgerên din re li avahiya KCD’ê a li Amedê ji bo çalakiya nobetê dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê 31’ê Çile dest bi nobetê kir û ev 7 roj in her roj 2 parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê Nobetê digirin. Car caran Guven bi rêya 3G beşdarî vê çalakiyê dibe. Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet 20.00’an girse dimeşe ber bi mala Guven ve û bi çalakiya deng derxistinê piştgiriyê dide Guven. Guven derdikeve eywanê û gel silav dike. Guven ku 91 roj in di grevê de ye, bi zahmetî dikare avê vexwe û rewşa tenduristiya wê her ku diçe xirab dibe.
Leyla bû rûmeta Parîsê jî
Li ser daxwaza endama Meclîsa Şaredariya Parîsê, Danielle Simonnet, Leyla Guven bû welatiya rûmetê ya Parîsê.
Daxwaza ji bo welatîbûna rûmetê ya wekîla HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêr êvarê hat pêşniyaz kirin û endamên meclîsa Şaredariyê li ser pêşniyazê dengê xwe da.
Meclîsa Şaredariya Parîsê bi pirraniya dengan welatîbûna rûmetê ya Guven qebûl kir. Partiya Çep, Partiya Komunîst a Fransayê, France Insoummise (Fransaya Serî Natewîne) û Partiya Keskan piştgirî dan pêşniyazê.
Simonnet li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Serketin! Şaredariya Parîsê daxwaza min a ku welatîbûna rûmetê bide wekîla HDP’ê Leyla Guven û piştgiriyê bide gelê Kurd ê mexdûrê Erdogan e, qebûl kir.”
NAVENDA NÛÇEYAN