Meşê 8’ê Gulanê dest pê kir
Ji bo ev gava dîrokî bê avêtin Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan 25’ê Nîsana 2013’an li Qendîlê daxuyanî dabû çapemeniyê û biryar li raya giştî eşkere kiribû. Koma ku ji 15 gerîlayên HPG’ê pêk dihat 15’ê Gulanê gihîşt herêma Metînayê. Lê ji ber ku dewletê gavên pêwîst neavêtin KCK’ê 9’ê Îlona 2013’an rawestandina derketina devreyî sînorên Bakurê Kurdistanê ragihand.
Hunermendê wêneyan Selîm Yildiz ji bo ku bibe şahidê vê rêwîtiya ku KCK’ê daye destpêkirin û qeyd bike, bi koma gerîlayan re tevlî meşa 29 rojan bû û ew rojên dîrokî bi wêne û dîmen qeyd kirin.
Yildiz 1’ê tebaxê li navçeya Şaxê ya Wanê bi gerîlayan re kete ser rê. Ev meşa dijwar di Kato, Cudî û Bestayê re derbas bû û piştî 29 rojan li Metînayê bi dawî bû. Yildiz di meşê de bi gerîlayan re heman zehmetî kişand û hin caran rastî eskeran hatin, hin caran jî tevli pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên li serê çiyayan bûn. Yildiz meşa dîrokî ku bûye şahidê we weke “29” bi nav kiriye.
Hêviya aştiyê kela canî rakir
Yildiz got, Meşa Çareseriya Demokratîk a 2013’an di hemû beşên civakê de hêviya aştiyê peyde kiriye û kela canêî mirovan rakiryie. Yildiz sedema kişandina belgefîlmê jî bi gotinên “min di vî şerî de hevalên xwe ji dest dan. Pêkhatina aştiyê û careke din nemirina mirovan di şerî de ji sedemîn çêkirina filmê ne.”
Yildiz şert û mercên zehmet ên girtina dîmenan jî weha îfade kirin, “mehekê min dîmen girtin, ev yek di warê tekînîkî zehmet bû, ev yek karê ekîbekî ye lê ji ber şertan min bi tenê ev kar kir.” Yildiz got, ewil ev daxwaza wî ya girtina dîmenan nehatiye qebûlkirin lê ji ber ku pirr israr kiriye, dawî bi koma gerîla re daye rê. Yildiz wiha axivî: êvarê piştî saet heftan hemû amûrên ronahiyê qedexe bûn, dîmengirtin qedexe bû, ji bo ku balafirên keşfê me nebînin ev qaîdeyek bû. 29 rojan bi şev bi tenê 5 deqîqeyan min dîmen girtin. Bêguman bi rîsk.”
29 rojan navê “29” li fîlmê kir
Yildiz zehmetiyên ku rasthatine jî wiha îfade kirin: “rê pir dirêj bû. Ne kîlometro, planên rojan dihatin kirin. Çûna ji Şaxê di Kato, Besta û Cudiyê re heta bi Başûrê Kurdistanê ne tiştekî wisa rehet bû.” Yildiz diyar kir ku di rêwîtiyê de her tim balafirên keşfê hebûn û di ber qereqolên weke Seda Çînê qehîm re derbas bûne. Yildiz da zanîn ku li her dera ku têre derbas bûne, mirovên nû naskirine ev tiştekî hestewar bûye, gelek gerîla berê bi hevre mane, ji ber vê yekê jî merasîmên hevdîtinê û xatirxwestinê serhatiyên bi serê xwe bûn.
Yildiz got, di rêwîtiyê de demên herî bi tehlûke lihevhatina gerîla û eskeran bû û wiha peyivî: “di xeta sînor de bi şev dema ku em derbasî Heftanînê dibûn di riya qereqolê re em rastî wesayîta eskeran hatin. Wesayît sekinî. Ez şoq bûm. Gerîla pirr xwînsar nêzîk bûn û derbasî pozîsyona parastinê bûn. Wesayît li benda derbasbûna me ma. Piştî ku em derbas bûn wesayît çû. Wan jî nexwest şer biqewime. Wê demê min bawer kir ku şer wê biqede.”
Yildiz di dewama axaftina xwe de got: “ez di nava ruheke eceb de bûm. Li aliyekî dîmen girtin, li aliyê din jî li gorî komê tevgeriyan. Vekişiyan zor û zehmet bû. Îhtîmala kemîn û şerî hebû. Lê gerila elimîbûn. Rê nas dikirin. Rêwitiyê êvarê dest pê dikir û heta nuqteya ku em bigihijînê dewam dikir.”
Belgefîlma Yildiz a girîng di 27’ê Cotmeh û 2’yê Mijdarê de li Amedê di 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê bê pêşandan.
DIHA/AMED