Meş 3 rojan dewam kir û Yekinêya Parastina Gel (YPG) jî di meşê de ewlekariya çalakgerên meşê girtin. Di meşê de tevlîbûna zêde ya jinan bal kişand.
Çalakgerên meşê li Xaçerêya Qermutê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Dema çalakgerên meşê gihaştin navenda Qamişlo, girseya gel ku pêşwazî kir hîn zêdetir bû. Çalakgerên meşê û girseya ku wan pêşwazî dikir bi hev re tevlî "Meşa Îne" ku li Rojavayê Kurdistanê her hefte tê lidarxistin bûn.   Piştî pêşwazîkirinê, girse ber bi Qada Debaxê ve meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mihemed diyar kir ku ciwanan bi vê meşê peyama xwe gihandiye Îmraliyê.
Piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhildan axivî û wiha got: "Komploya navnetewî ku li hemberî Rêber Apo hatibû destpêkirin, niha bi tecrîda girankirî didome. Hêzên serdest dixwazin ku bandora Rêbertiya me ya li ser hêrêmê asteng bikin, lê sîstema Rêber Apo niha di jiyanê de pêk tê. Em jî wekî Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin û ev çalakiyên me heta ku Rêbertiya me azad bibe, wê dewam bike." Çalakî piştî helbest û sitranan bi dawî bû.  

DÎHA/QAMIŞLO