
Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî Kurdên li Ewropayê, meşên xwe yên Frankfurt-Starsbourg, Luksemburg-Strasbourg û Bern-Strasbourgê dewam dikin. Baskê meşê yê Luksemburgê pêr ji bajarê Fransa St. Avoldê da rê. Li gel barîna berfê jî meşvan bi qasî 24 kîlometroyan meşiyan û gihiştin bajarê Loupenshause. Meşvanên ku ev 7 roj in 165 kîlometroyan meşiyane, li vê derê ji aliyê komek Kurdistanî ve hatin pêşwazîkirin.
Li dû xwarinê, civîna nirxandina meşê hat lidarxistin. Ji nûnerên Komîteya Amadekar, TEV-ÇAND, Tevgera Îslamî, Federasyona Elewiyan, Federasyona Êzidiyan û TJKE, dîwan hat hilbijartin. Di civînê de kêmasî û astengiyên di meşê de hatin nirxandin û ji bo meş bêhtir bi rêk û pêk dewam bike, pêşniyar hatin kirin.
Di civînê de eleqeya çapemeniya Fransayê hat nîqaşkirin û hat ragihandin ku rojnameya Le Republicain Lorraine ya ku tîraja wê 125.000 e, her roj bi wêneyan cih dide meşê.
Şaredarê Loupenhausenê çû serdana çalakgeran
Şaredarê Loupenshause'yê jî çû salona meşvan lê bûn û Kurdistanî silav kirin. Şaredar got, "Hûn bi xêr hatin, bi hatina we em serbilind in" û diyar kir ku ew rêzê digirin li çalakiya Kurdan. Meşvanan doh meşa xwe ji Loupenshause'yê ber bi Sarre Union ve dewam kir.
ANF/LOUPENHAUSEN