Ez ne şaş bim hûn ji nêz ve nebe jî, ji dûr ve Selamo nasdikin. Bi salan me li ser ekranên televîzyonên Kurdî û bi taybetî li ser ekranên Medya TV û Roj TV li Selamo temaşe kir. Di Radyoya Dengê Mezopotamyayê de me lê guhdarî kir. Lê tim kar û lîstikên wî henek bûn. Şêwaz û terzê wî komedî bû.  Lewre kengê dibêjin Selamo, em texmîn dikin wê henekan bike. Wê me bikenîne. Roja 27'ê Gulanê ku salvegera avakirina Radiyoya Dengê Mezopotamyayê bû, heman rojê li bajarê Koln a Almanyayê galaya fîlmê Selamo 'Meş' hebû.
Ez jî li galaya fîlmê bûm. (Gala di nava rêzebernameya Rojên Fîlmên Kurdî de, ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê-YXK’ê ve hatibû organîze kirin)
Hunermed, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd jî di nav de gelek kes beşdar bibûn. Nêzîkî 250 temaşevan hebû.
Fîlm dest pê kir û temaşevan li benda bejn û bala Selamo man. Dema li ser perdeya spî ya sînemayê dîmenên Selamo xuya kirin û pejna wî hat, gelek kes keniyan. Ji ber ku bi awayekî pîskolojîk xwe amade kirine ku Selamo henekan dike. Ew li benda henekan bûn.
Fîlm dewam kir, temaşevan hêdî hedî ketin nava çîrok û serpêhatiya fîlm. Carcaran dikeniyan, carcaran, axîn û keser dikişandin.  Hêdî hêdî ken jibîr kirin, hin hestên din ketin cihê kenê.
Temaşevan ew qas ketin nava filîmê, dema ku lehengê film Xelîlo sîleyek li qaymeqamê dewleta Tirk da, temaşevanan bêhemdî xwe li çepikan xist.
Êdî xuyadikir ku bi tevahî ketine nava filîm. Her ku film pêş de çû, hest guherîn. Kelogirî kete qirka temaşevanan. Ez birayê we me, ma ez li erdê dimînim!
Hêj temaşevan kelogirî dibûn, ez giriyam jî.  Li Almanyayê Meş ketiye vîzyonê. Wê li gelek welatên Ewropayê jî bê nîşandan. Kesên ku bêriya Kurdistanê dikin û dixwazin bigrîn lê fedî dikin, aha ji we re hêncet. Herin li Meşê temaşe bikin, têra xwe bigrîn û dilê xwe rihet bikin.

ÎKRAM BALEKANÎ