RAMAZAN MARANKOZ


Meşa sazî û rêxistinên Êzîdî û piştgiriya Federasyona Elewiyan a Demokratîk a ji Dusseldorfê heta Brûkselê di roja 3. de berdewam dike. Meşvanên Êzîdî bi meşa dirêj dixwazin balê bikişînin ser rewşa Şengalê û sazî û dewletên Ewropayê vedixwînin bicîhanîna berpirsiyariyên wan. 

Meş bi organîzeya Meclîsa Dîaspora a Şengalê (MŞD), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî (NAV-YÊK), Meclîsa Sîwana Jinên Êzîdî (SMJE), Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê (HÊS) pêk tê. Feredasyona Elewiyan a Demokratîk jî piştgiriyê dide meşê. 

Beşdarên meşê daxwaziyên xwe wiha rêz kirin: Pêwiste çeteyên PDK’ê yên di 3’ê Adarê de êrişî Şengalê kirin paşve verin kişandin; Divê Şengal weke heremeke xweser bê naskirin; Divê YBŞ û YJŞ mîna hêza parastina Êzîdiyan di qada navneteweyî de were naskirin; Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hêzeke parastinê ya navneteweyî li Şengalê bê bicîh kirin. 

Meş ku di 20’ê Adarê de ji Dusseldorf a Elmanyayê dest pê kir wê di 27’ê Adarê de li paytexta Belçîka Brûkselê bi mitînga li ber Komîsyona Ewropayê wê bi dawî bibe. 

Beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn

Meşvan ku pêr ji Dusseldorfê derketin di roja yekemîn de gihiştin bajarê Monchengladbachê û ji aliyê Kurdistaniyan bi coş hatin pîroz kirin. Meşvan beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya bajêr bûn û paşê şeva xwe bi Kurdên li herêmê re derbas kirin. Doh serê sibehê meşvanên bi rê ketin piştî meşa 35 kilometreyî li navçeya Heinsbergê derbas kirin. Meşvan îro jî ji Helsenberg heya Heerlen a Hollandayê wê guzergah a 24 kilometreyî bimeşin. 

Bila Şengal xweser be

Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê (MŞD) Fîkret Îgrek têkildarî armancên meşê ji rojnameya me re axifî. Îgrek destnîşan kir ku hêzên mêtînger ên di 3’ê Tebap a 2014’an de bi êrîşa li dij Şengalê re planên xwe ne birin serî, di 3 Adarê de bi êrîşa li dij Sinûnê û Xanesorê xwestin careke din Şengalê dagir bikin, korîdora di navebar Şengalê û Rojava de bigirin. Îgrek bibîr xist ku ji xwe ev demeke dirêj e PDK ambargo daniye ser Şengalê. 

Têkildarî çekên Elmanyayê yên li dij Êzîdiyan tên bikar anîn jî wiha got: “Elmanyayê ji bo li dij DAIŞ’ê bikar bîne çek dabûn PDK’ê. Lê belê di êrîşa 3’ê Adarê de ev çek li dij me bikar anîn. Elmanya endamekî Yekîtiya Ewropayê ye. Divê çarenûsa van çekan ji aliyê heyeteke serbixwe ya Komîsyona Ewropayê ve were lêkolîn kirin. Her wiha divê çete ji herêmê bên kişandin û statuya xweser ya Şengalê bê naskirin. Yekîtiya Ewropayê di 26’ê Cotmeh a 2016’an de ji bo xweseriya herêmê piştgirî dabû. Ji bo Yekîtiya Ewropa û dewletên din ku bi navê demokrasiyê tev digerin berpirsiyariya xwe bicîh bînin me ev meş organîze kir. Dayina qebûlkirin a YBŞ û YJŞ mîna hêzeke parastina sivîlan di qada navneteweyî de jî yek ji armancên vê meşê ye.“