Cafer Şêx ê ji Efrînê di nav xelkê de wekî Apê Safir tê nasîn, ji 13 saliya xwe ve mêşvaniyê dike. Berî ku dewleta Tirk Efrînê dagir bike, li Efrînê 37 kewar mêşên hingiv xwedî dikir.
Bi dagirkirna dewleta Tirk re, neçar ma ji Efrînê derkeve. Hingî wî karî 2 kewaran mêşên hingiv li gel xwe bîne Şehbayê.
Apê Cafer li navçeya Fafînnê ya Şehbayê bi cih bû û cihekî ji bo mêşên hingiv peyda kir û li wir dest bi xwedîkirina wan kir.
Piştî hatina wî ya li Şehbayê bi sal û 4 mehan kewarên xwe zêde kirin. Niha 9 kewarên wî çêbûne.
Heya ku Efrîn rizgar bibe
Apê Cafer ji ber tinebûna xwarina mêşên hingiv aciz e, ji bo vê yekê jî dibêje: "Hin caran mêş birçî dimînin, neçar im li şûna xwarina wan şerbetê bidim wan. Lê ev bandorê li kalîteya hingiv dike. Min ji zarokatiya xwe ve ji xwedîkirina mêşên hingiv hez dikir. Ez ê vî karî li Şehbayê bidomînim heya ku Efrîn rizgar bibe.”
ANHA/EFRÎN