Di salvegera 21´ê ya Bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê de bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re li Ewrûpayê wê meşên dirêj bên organîzekirin.

Ji Frankfurt, Cenevre û Lüksemburgê meşên dirêj berê xwe wê bidin Strasbourgê; beriya van meşan li Elmanya, Fransa, Swisre, Holanda, Danîmarkayê û welatên din, ji bo protestokirina Bêbextiya Navneteweyî û tecrîda giran a li dijî Abdullah Ocalan meş wê bên organîzekirin. Meşa yekê îro li Elmanyayê çêdibe. Hevserokên KON-MED´ê got, bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” ji îro û pê ve meş û mîtîng wê bên organîzekirin. KON-MED´ê got, “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Elmanyayê li gelek navendan meşên 2 rojî û 3 rojî wê bên lidarxistin. Em bang li miletê xwe dikin çi zarok û çi kal û pîr bi xurtî beşdarî van meşan bibin.”

Li Hamburgê îro dest pê dike

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê meşa dirêj îro dest pê kir. Çalakiyên dem û cihê wan zelal bûnê ev in:

  •  Li Hamburgê meş îro saet 12.00’an li Rathausplatzê dest pê dike. Sibe qonaxa diduyê ya meşê wê saet 13.00’an li Altona Bahnhof, û 2´yê Sibatê jî qonaxa dawî ji Harburg Bahnhofê saet 11:00´an dest pê bike.
  • Li eyaleta Niedersachsenê meş 1´ê Sibatê saet 11.00’an li navçeya Langenhagenê dest pê bike. Meş 2´yê Sibatê wê saet 11:00’an li navçeya Latzenê li rêya Laynstrasseyê dewam bike. 3´yê Sibatê saet 11.00’an li Hannover HBF’ê meş wê bi mîtîngê bi dawî bibe.
  • Li paytexta Elmanyayê Berlînê 1´ê Sibatê saet 11.00’an li Kottbusser Tor meş dest pê dike û heta bi Alexanderplatzê diçe. 2´yê Sibatê saet 11.00’an meş ji Kurfürstendammê dest pê dike û li Kottbusser Torê bi dawî dibe.
  • Li Bayernê 7´ê Sibatê saet 09.00’an li Eslingen Bahnhofê meş dest pê dike û heta bi Cannstattê dewam dike. 8´ê Sibatê saet 10.00’an ji Cannstattê heta bi Stuttgart Schlossplatzê wê dewam bike û li vir mîtîngekê bi dawî bibe.

Li eyaleta NRW’yê 7-8´ê Sibatê meş tên kirin, lê hêna cih û saetên qonaxê meşê diyar nebûne.

Li Frankfurtê bi xwe 8 Sibatê meşa ciwanan a ber bi Strasbourgê ve wê saet 08.00’an li Hauptwacheyê dest pê bike.

   

NAVENDA NÛÇEYAN