Ciwanan li Parîsê di keştiyeke tûrîstan de çalakiya îtaetnekirina sivîl kir û peyama Her der Rojava ye, her der Berxwedan e dan.
Li paytexta Brezîlyayê jinên Brezîlî li ber sefareta dewleta tirk, dagirkeriya wê ya qirker şermezar kir û got, Jin Jiyan Azadî.
Li Awustralyayê nûnerên civaka Kurd bi serokwezîrê welêt re peyivîn û jê xwestin li Rojava ji bo misogerkirina aştiyê bi rola xwe rabe.
Civaka Kurd a li derveyî Kurdistanê û dostên Kurdistaniyan bi çalakiyan dagirkeriya qirker a dewleta Tirk her di rojeva welatên cihanê de digirin. Ji çalakiyên îtaetnekirina sivîl heta bi meş û hevdîtinên dîplomatîk, hemû ji bo Rojava tên kirin.
Li paytexta Fransayê Parîsê ciwanên Kurd di keştiyeke çemê Seinê ya ji bo tûrîzmê de çalakiyek ji bo Rojava li dar xist. Ciwanan ev çalakiya îtaetnekirina sivîl di Tevgera çarçoveya hemleya “Nehêle” ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad de kir.
Çalakiya ciwanan li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê bû. Çalakî di keştiyeke tûrîstan a nêzî Birca Eifelê de hat kirin. Her roj bi dehhezaran tûrîst tên vê deverê. Ciwanan di keştiyê de pankartên li ser wan nivîsandî “Destûrê nede dagirkirina Rojava” û “Rojava wê bibe gora Erdoganî” nivîsandî hilgirtin. Ciwanan çalakiyên “Her der Rojava ye, her der berxwedan e” û “Erdoganê qatil” gotin û belavok li xelkê Parîsê û tûrîstan belav kirin. Ciwanan li ber Birca Eifelê bi gotina sloganan bi dawî kir.
Bijî Berxwedana Rojava
Li Bajarê Elmanyayê Esslingenê Kurdistanî û dostên wan ên Elman ji bo Rojava meşiyan. Çalakger li Gara Navenndî ya Esslingenê civiyan. Li vir daxuyaniyeke çapemeniyê hat xwendin li ser navê Platforma Defend Rojava. Bi daxuyaniyê êrişkariya dagirker a dewleta Tirk hat rûreşkirin. Girse paşê meşiya û bi gotina sloganên “Bîjî Berxwedana Rojava, Bîjî YPJ YPG,” hewl da merama xwe ji xelkê li derdorê re bibêje.
Li Brasiliayê Jin Jiyan Azadî
Li paytexta Brezilyayê, Brasilíayê li ber sefareta Tirk a bajêr bi çalakiyekê dagirkeriya qirker a Tirkiyeyê li Rojava hat şermezarkirin. Ev çalakiya tevgerên jin ên Brezîlyayî bû. Çalakgerên wekî din peyama pişgiriya bi jinên Kurd û berxwedana wan re jî da. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Piştgiriya bi gelê Kurd re”, “Êdî bes e me nekuje” hilgirt û slogana “Jin, jiyan, azadî” got.
Şerê yekalî yê dewleta Tirk e
Ji Komeleya Kurd a Awustralyayê Brusk Aeiveri bi minasebetekê li Sydneyê bi serokwezîrê vî welatî re peyivî. Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison ê ji partiya Lîberal, got, “Em baş dizanin ku gelê Kurd di demên dijwa re derbas dibe. Ev şer, şerê yekalî yê devleta Tirk e. Em li ser vê mijarê li gel hevkarên xwe diaxivin.”
Berdevkê Komeleya Kurd a Awustralyayê Brusk Aeiverî jî ji serokwezîr xwest, Awustralya jî ji bo Rojava bi rola xwe ya aştîxwaz rabe weke li Efxanistan û Timûra Rojhelat. Serokwezîr jî bi sebir guhdariya mijarê kir, û ji bo şerê li dijî DAIŞ´ê jî got, leşkerên me li Rojava nînin.” Wî her wiha got, li ser mijarê pêşniyaza civîneke bi parlamenterê Partiya Liberal Julian Leeser kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
Berxwedana Neteweyî
Platforma Defend Rojava bi daxuyaniyekê da zanîn ku tevî pêkhateyên wê hemûyan ew êw ê ji 5 ta 6´ê Kanûna 2019´an meşeke dirêj di navbera Lozan û Cenevreyê de li dar bixin. Platformê îşaret bi civîna Dîplomasiya Hevbeş a 36 partî û saziyên Kurdistanî a 3´yê Mijdarê jî kir û got, di vê civînê de biryara organîzekirina du meşên ji bo Yekîtî û Berxwedana Neteweyî jî hatiye wergirtin.
Platforma Defend Rojava diyar kir ku meşa yekê wê “Di navbêna 5-6’ê Kanûnê de, bi tevlîbûna nûnerên di asta yekemîn de yên partî û saziyên Kurdistanî hemûyan, hunermend, rewşenbîr û akademisyenên raya giştî wan nas dike, ew ê ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin. Katalogên daxwazên me yên hevbeş em ê bigihînin raya giştî ya cîhanê û hevdîtinên xwe em pêşkêşî nûnerên Neteweyîn yekbûyî bikin û em li dijî wan polîtîkayên dagirkerî û paqijkirina etnîk yên dewleta Tirk, em helwêsta xwe ya hevpar a ji bo yekîtiya neteweyî û berxwedana gelê Kurdistanê ji cîhanê re bi qîrîn ragihînin.” Platformê diyar kir ku meşa diduyê wê 15’ê Kanûnê be û ev meş wê di asta eyalet û welatan de li seranserê cîhanê bê lidarxistin. Ev meşên hanê yên bi komîteyên hevbeş wê bibin meşên Yekîtî û berxwedana Neteweyî. Defend Rojava bi bîr xist ku 75 saziyên Kurdistanî di platforma wan de cihê xwe digirin û wê bang li kes, derdor û nûnerên sazî û partiyan kir ku beşdarî meşan bibin û ji bo meşa 5-dirêj a 6´ê Kanûnê jî xwest kes û nûnerên wê beşdar bibin navên xwe ji wan re bişînin. Ji bo miracaetên kesên dixwazin beşdarî meşê bibin jî navnîşana e-mailê defendrojava2019@gmail.com dikare bê bikaranîn.