Xebatkarên Rojnameya Evrensel, endamên Partiya Ked, malbata Metîn Goktepe, Rojnamevan Ahmet Şik, Serokê Rexistina CHP'ê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici û gelek kes li Goristana Atişalani Kemer tevlî merasîmê bûn. Komê kulîlk danîn li ser gora Goktepe û sloganên  "Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" gotin.

Gernêndeyê Rojnameya Evrensel ye Giştî Fatîh Polat di merasîmê de axaftinek kir û wiha got: "Metîn Goktepe dema ku di sala 1996'an de nûçeya cenazeyên 2 girtiyan dişopand hate binçavkirin. Dema xwest gel agahdar bike hate binçavkirin û hate qetilkirin." Polat, diyar kir ku eger li doza Goktepe xwedî derkevin ji bo dozên kûjêrên wan ne diyar bibe mînakek baş.
Di merasîmê de dayîka Goktepe Fadîme Goktepe jî axivî û wiha got: "Metîn hîn sax e. Zarokên hemû jinên kedkar ên li vir ji bo min weke Metîn in."
Li ser navê Platforma Bellekê ya Civakî Zeynep Altiok axivî û diyar kir ku ew ê ji ber qetilkirina Metîn Goktepe û hemû kesên din hesab bipirsin.
Merasîm, piştî daxuyaniya nivîskî ya şaxa SES'ê ya Manîsayê bi sloganan bi dawî bû. 

DÎHA/STENBOL