
Ew têkçûn em hene!
Di vekirina gorê de endameke HPG'ê axivî û wiha got: "Îro rojek gelek girîng e. Roja em keyfxweşî û êşê bi hev re dijîn e. Salvegera Serhildana Çiyayê Agirî ya di 1926'an de destpê kir e. Serhildana bi komkujiyê hate tepisandin. Di rojnemeyên tirk de digotin, 'Me kurd kuşt in. Êdî me kurd avêtin gorê. Êdî kurd serî hilnadin' Me jî li hemberî wan bi sembolîk ev gor vekir. Wateya wê gelek girîng e. Kesên li ser axa Kurdistanê hesabên mêtingeriyê dikirin îro têk çûn e. Encam negirtin. Yên îro qezenc kirin kurd in. Bi saya bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê qezenc dikin. Em iro vê peyamê dişînin, 'Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye' ."
'Serdema PKK cûda ye´
Girseya piştî vekirina goristanê derbasî qada ku dê bîranîn pêk bê bûn û li vir rêz hate girtin. Di çalakiyê de kesên ku wê demê bûne şahidê komkujiyê tiştên ku jiyane vegotin. Hazal Tunç diyar kir ku ev ji bo doza kurdan li vire û wiha axivî: “Ev serîhildan ji Biroyê Hesikê Tellî dest pê kiriye, lê bi serneketiye. Li geliyê Zîlanê jî bi serneketiye yê bi îzna xwedê bi berxwedana gerîla dê bigihîje serkeftinê. Ev çiya hemû bi xwîna şehîdên me hatine avdan. Her guleke li çiyayên me bi xwîna şehîdên me ve şîn bûne. Divê em dest bidin hev û piştgiriya gerîla bikin. Binêrin di dema Biroyê Hesikê Tellî de çima em biserneketin. Hin kurdan azadî dixwestin, lê hin jî xwîna xwe bi pereyan firotin û kurd îxbar dikirin, ji ber vê yekê kurd biserneket. Ji îro şûn de em dest bidin hev û doza xwe bi serkeftinê bi encam bikin. Ez ji wir silavên xwe ji Îmralî û gerîlayan re dişînim.”
´Tirs şikiya naskirin çêbû´
Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu jî wiha got: “Yên ku gotin me Kurdistan li vir kiriye bin axê, niha bi saya Ocalan û gerîla dibêjin em kurd im, em Kurdistanî ne. Êdî kurd şiyar bûne. Kurd ji bo azadiyê canê xwe didin. Li Kobanê, li Serêkaniyê vê nîşan didin.” Piştî axaftinan hunermend Hemê Hecî stranên xwe stra.
DIHA/AGIRÎ