
LUQMAN GULDIVÊ
Ji ehlên destnivîsên Kurdî li nav arşîvan, Mustafa Dehqan, çend rêzên bi Soranî di nav koleksiyoneke destnivîsên duayan li pirtûkxaneya Astan Quds Radawî ya li bajarê Îranê Meşedê peydekirin. Kurtedanasîna vê metnê, û danasîna xetên wê jî di Wiener Jahrbuch fuer Kurdische Studien, Berg 4, 2016, pp.109-112 de hat weşandin.
Mustafa Dehqan di analîza xwe de lê mikur tê ku halê hazir ne mumkin e mirov bi esehî bibêje, ka ev rêzên bi Kurdî ya Soranî di nav metnên duayên bi Erebî û Farisî de ji bo çi hene, û ka ew beşek ji peywendeke berfireh a metnî ya çawa ne. Lê belê ew piştrast e ku ev rêzên mirov nizane beşek ji kîjan duayê ne, parçeyek ji fêrkirina dînî ne.
Nêzîkî terîqeta Neqşîbendî ne
Ev rêz bi hejmara MS 16039 hatiye qeydkirin û di nava destnivîseke ji 46 rûpelan de ye ku gelekî zirar lê bûye. Di metnê de dua, pirs û bersivên der barê xwe bipêşxistina di manewiyatê de hene. Duayên di metnê de xwe disipêrin Quran, Hadîs û sofîtiyê û mirov dikare bibêje ku ev metnên nêzîkî terîqeta Neqşîbendî ne.
Rêzên Muhemed Qadî ne
Herçî nivîskar û serdema metnê ye, duayên bi hemû zimanên tevê rêzên bi Soranî yên Muhemed Qadî ne. Muhemed Qadî jî kurê Şêx Umer Ziyaeldîn Ûsman e. Ev şêxekî navdar ê Kurd ê Neqşîbendî ye ku Medreseya Biyarê damezrandiye. Li gorî Mustafa Dehqan ji ber ku Şêx Muhemed Necmeldîn (muhtemelen Muhemed Qadî ye) sala 1919´an miriye, metn jî divê di navbera 1883 û 1919´an de hatibe nivîsîn.