“Çûme Wanê, lo wayê,
Ez çûme Wanê, lo lo Wanê li wêde...
De tu rabe, kelekvanan kelek û qayikê, lolo ji mergê rê de,
Emê biçine cem Metranê Îsa lo lo, di behrê de,
Were delêl, tew lo lo dilo,
Were delêl, delîlo dilo, delîlo dilo,
De wayê, de hayê, sed caran limin, wayê...”
Metran, di ola mesihiyan de wek berpirsyarê dêran, ango kilîseyan e. Metrana îsa, serdemek li Wanê, li Axtûmarê metraniyê kiriye. Dibêjin wê demê keçiçeke Mesihî hebû ye, navê wê Meryem bûye. Meryem bedew, wekî ku ji klamên Şakiroyê firiyaye, di nav qendîlan de, çepil dirêj, por qij, şêrîn, wek hîjdeh salî, wek hîveke biriqî û xweşik ku li ser bedewiya wê kê çi bêje dê kêm bimîne, keçiçeke wisa bûye. Waliyê Wanê jî serdest, serwer, bi quwet, xwedî desthilatdariyê bûye. Em dirêj nekin, Waliyê Wanê, Qolaxasiyê xwe dişîne cem bavê Meryem û Meryemê ji xwe re dixwaze. Bav jî bi tirsa canê xwe, Meryemê dide Walî, lê Elî çawa ku çavê wî nakeve Meryemê, ew dem aşiqê Meryemê dibe, Meryem jî aşiqê wî... Ber wê, gava ku Elî, Meryemê ji malê derdixîne, bi hev re pêymanek datînin û direvin. Diçin Axtûmarê, cem Metrana îsa... Direvin û xwe diavêjin ber bextê Metrana îsa, ku wan ji Waliyê biparêze.
“Elî yê qolaxasî gotê Metrano lo wayê...
Lo lo Metrano çi sibe ye, lo lo sibe zû ye,
Minê tiştê neqescî di emaneta filetiyê de lo lo qet nekiriye,
Minê Meryema File, dergistiyê Waliyê Wanê lo lo revandiye,
Ezê bi bextê te me Metrano, tu jî bi bextê Xwedê be,
Were mehra min û Meryema File bibire, lo lo ji filetiyê,
Eger qebûl nekî, mehra min û Meryema fileyê bibir, li ser dîna ji dînê lo îslamiyê,
Were delêl, delîlo dilo, delîlo dilo,
De wayê, de wayê, sed caran limin wayê...”
Metran ciwanan hildide parêzgeha Axtûmarê, lê Walî ji rewşê re şiyar dibe. Bi hîva xwe êriş dibe li ser Axtûmarê. Ji bo Waliyê kuştina Elî jî, Meryem jî, Metran îsa jî tev da cewaz e. Berê bi zimanekî nerm pê re diaxive.
“Waliyê Wanê gotê Metrano lo wayê...
Lo lo Metrano çi sibe ye, lo lo sibe zû ye,
Lo lo Metrano ji xewka şêrîn rabe, lo lo, dîsa dîsa,
Minê şeva borî, xewnekî di xewa xwe de dîtibû,
Cotekî kevoka firî lo lo, hatine cem te dîsa,
Tu were Meryema file û Eliyê qolaxasî bide min,
Ezê bidim ji te re hêsabê lo lo hezar kîsa,
Were delêl, delilo dilo, delilo dilo,
De wayê, de wayê, sed caran limin wayê...”
Desîtana Metrana Îsa jî ji vir pêyda dibe. Qehremantiyekî wisa ku; ji însanetiyê re bi rêz, ji evînê re bi hurmet, ji olan re tekiliyeke xurt û bi sekneke nirxdayî, li himberê serdestiyê jî ne stuxwar, dijî hêz û dijî zextê bi berdela canê xwe ve berxwedanî... Sekna Metran îsa, bi tomarê, însan dikare bêje wek şêrek ku wekî Mamoste Cîgerxwîn gotî, “çi jin çi jî mêr” e... Ewqasî ku sekneke xwedî kesayet...
“Metran wisa gazî kirî gotî Waliyo wiha nakim, lo wayê,
Lo lo Waliyê wiha nakim, lo lo wiha nakim,
Şeriatê lo lo betal nakim,
Ola xwe bîr û lîva te re lo lo rezîl nakim,
Ezê aniha rabim, Meryema file ji canê Eliyê Qolaxasî mehrkim,
Were delêl, delilo lawo, delilo lawo,
De wayê, de wayê, sed caran limin wayê...
Min û şerê vî Metranî, vî hogijî lo lo vî beranî,
Li ser dêra Axtûmarê şerîatik danî, vî Metranî,
Sala wek vê salê, Metrana İsa navê xwe li nav koşik û diwanxanê mêran û mêrxazan lo lo tev de danî,
Metran Îsa ji wî zemanî heta vî zemanî
Navê xwe ji devê dengbêjan her deranî
Xemgînim dilo...”
Di dîroka Kurdistanê de, buyerên bi vî rengî, desîtanên bi vî şeklî gelek in. Metrana Îsa li himberê Waliyê, Meryem û Elî parastiye, li milê wan evîndaran sekiniye, ji evînê re rêz girtiye û bi zanîna mirina xwe ber xwe daye, şer kiriye... Lê wekî navê xwe, ola xwe, wekî ku Xweda ya xwe zanîbû ku, dê Walî hersêkana wan bikuje. Birastî jî Wali hersêka wan, yanê Hetran, Meryem û Elî, tevda kuştiye. Lê, desîtana Metran Îsa di devê dengbêjan de buye klameke wek desîtanî û gihîştiye heta îro, heta ku di dilê însanan de nirxên şaristaniyê bijî, hêst û wijdan her bimîne, dê bigihîje heta wan deman jî...
Nêzikbûna ol, ya Metran Îsa, ji wê serdemê bigire heya vê serdemê, nirxeke şaristaniya erdnigariya Kurdistan bixwe ye. Di axa Kurdistanê de ol, bi vî rengî jiyaye. Oldarên îslamî jî, oldarên mesîhîtiyê jî, bi her awayî wekî rengê axa Kurdistan, bêhna wê axê, hewa û kaniyê wê axê herikiye.
Li Rojava jî hin oldar derketine û mahanê ola Xweda şer dikin, di serî de Kurd û Nûsêyrî, însanan ser jê dikin. Ola Xweda ji kê re maye? Wêy mala minê...
Metran Îsa
De werin em îro xwe ji şerê, ji siyasetê pîçek dûr bixin û bi hev re guh bidin desîtana Metrana Îsa... Min bi xwe, ji gelek dengbêjan, bi dehan şêwe guhdar kir, xwend û bi çîrokê ve ji bo we nivîsîm... Di vê desîtanê de hêsteke şaristaniyê, bêhneke Kurdistanî, şêwazeke rêbuwarî, li dijî şer û zordestiyê quweteke şêranî heye.