Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nava salê de bi bernameyên piştgiriyê, atolye, yarîgeh û kursan xizmetê dide bi hezaran zarokan, Kampa Havînî ya Zarokan dewam dike. Şaredarî li Kampa Zarokan hemû pêdiviyên zarokan pêk tîne, zarok kêfê dikin û fêr dibin, vê hefteyê, mêvanên kampê zarokên Sûrî ne. Her sal ji aliyê Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve, Kampa Havînî ya Zarokan bi girtina dibistanan re dest pê dike û heta meha Tebaxê didome.


Ji bo zarokên 9-14 salî 

Kampa Havînî ya Zarokan ji bo zarokên 9-14 salî tê pêkanîn, zarokên ku nikarin biçin tatîlê ji vê kampê sûdê werdigirin, vê hefteyê, grûba çaran çû kampê. Di vê çarçoveyê de nêzî 100 zarokên ji Sûrî danê sibê li ber avahiya Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya li Sumerparkê hatin cem hev.  Zarokên ji Sûrî di grûba çaran a kampê de cih digirin û şeş rojan dê li kampê bimînin.    Berpirsê kampa Havînê Îsmail Atiz der barê kampê de agahî dan, bi bîr xist ku ev kamp ji bo zarok di warê kesane de bi pêş bikevin, bi derdora xwe xweştir têkiliyê çêkin, xwe xerîb û vederhiştî his nekin û bi awayekî bi xwe bawer bi pêş bikevin wan tînin vê kampê û got ku kamp bi beşdariya 100 zarokên Nisêbînî dest pê kiriye, paşî bi beşdariya grûbên ji Yenîşehîr û Silopiya dewam kiriye û got, ev kamp ji bo van zarokan gelekî xweş derbas bûye.  


 AMED