Şêwekarên wargeha Mexmûrê li Silêmanî pêşangehekê vedikin. Pêşangeha hevbeş a 38 ciwanên Wênesaz ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), wê sibe ango roja 15’ê Tebaxê wê li Silêmanî were vekirin.
Li her çar aliyên Kurdistanê îsal Pêngava 15’ê Tebaxê ‘Cejna Vejînê’ bi çoşeke mezin tê pêşwazîkirin. 38 ciwanên şêwekar ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî bi vê armancê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê pêşangeheke wenêyan vedikin.
Endama Komîteya Amadekar û şêwekar, Sozdar Tanit, têkildarî pêşangehê axivî û diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe di huner de bilindtir bikin. Tanit got, “Pêşangeha me zêdetir girêdayî jiyana Kurdewarî û şehîdan e. Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê hunerê xwe yê di nava penaberiyê de bidin nîşandan.”
Şêwekar Tanit, herî dawî bang li gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê kir da ku li pêşangehê bigerin û hunerê wan bibînin.
Pêşangah wê roja 15’ê Tebaxê seat 17:00´an li Muzexaneya Niştimanî ya bajarê Sîlêmanî, li Holê Emmesurekan were vekirin. Pêşangeh wê 3 rojan dewam bike. Hemû dibistanên hunerî yên bajarê Silêmanî, hunermend û gelê Silêmaniyê jî beşdarî pêşangehê dibin.
ANF/SILÊMANÎ