Çeteyên DAIŞê doh êrişî kampa Mexmûrê kirin û şivanê bi navê Serdar Alturk birîndar kirin.
PDKê ji 17ʼê Tîrmeha 2019an ve dor li kampa Mexmûr girtiye û ambargo daniye ser. Ji ber vê jî Mexmûriyan nekarîn şivanê xwe yê birîndar bibin nexweşxaneya Hewlêrê. Ji ber vê jî şivan Serdar Alturk bi kêmîmkanên kampê tê dermankirin.
28’ê Çile jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kiribûn.
Lê heta niha ne hêzên Iraqê ne jî pêşmergeyên PDK’ê ji bo parastina gelê herêmê ti tedbîrên pêwist wernegirtine. Berevajî PDK di ambargoya xwe ya li ser kampê de bi israr e.
Di vê rewşê de penaberên kampa Mexmûrê yên ji Bakur ji ber zilmda dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne, di navbera çeteyên DAIŞ û PDKê de mane.
Ji ber dorgirtina ji 17 Tîrmeha 2019an ve kampa di warê jiyana rojane de zehmetiyê dikişîne.
NAVENDA NÛÇEYAN