Li Wargeha Mexmûrê III. Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê bi hilbijartina rêveberiya nû, desteya disîplînê û bi girtina biryaran bi dawî bû. Encamnameya konferansê li çapemeniyê û raya giştî hat eşkerekirin. 
III. Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 25’ê Tebaxa 2017’an li Salona Konferansê bi beşdarbûna 121 delegeyan, bi dirûşmeya ‘Bi Çanda Nalînan Perwerdekirina Civakê Mîsogeriya Paşeroja Azad e’ dest pê kiribû. konferans pê bi şev bi hilbijartina rêveberiya nû, hilbijartina desteya dîsîplînê û bi girtina biryarên ji bo perwerdeya du salên pêşiya me, bi biryardarî bi dawî bû. Encamnameya wê jî doh li çapemeniyê û raya giştî hat eşkerekirin.

 

Plansazî amade ye rêveberî hat hilbijartin 

Di roja duyemîn a konferansê de nîqaş û nirxandinên xebatên du salan hatin kirin, rexne û xwerexnekirina li ser xebatên du salan hatin pêşxistin.

Di III. Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Mexmûrê de piştî nirxandin, nîqaş, rexne û xwerexnekirinê, li ser xebatên du salên bê bi îhtîmam şîrove û pêşniyaz hatin bipêşxistin. Piştre bi rêzê ve rêvebirname û pêşnûma-biryar hatin xwendin û erêkirin. Her wisa piştî plansaziya xebatên du salên bê, hilbijartina rêveberiya nû ya xweser û desteya dîsîplînê hate kirin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê, Cîhan Çiya, axaftina dawiyê ya konferansê kir. Çiya di axaftina xwe de destpêkê konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şervanên tekoşîna azadiyê, şehîdên jin ên perwerdeyê, li jinên Kurd û li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir.

 

Cihê rexne û xwerexnekirinê 

Çiya di dewama axaftina xwe de got; “Di III. Konferansa Xweser ya Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Mexmûrê de  em bi xebatên du salên salên bihurî û plansaziya xebatên du salên bê, daketin. Weke tê zanîn di tekoşîna me de çeka herî mezin ku me dibe serketinê, rexne û xwerexnekirin e. Di vê konferansê de ev bi awayekî baş derket pêş.”


Encamname û biryarên konferansê

Encamnameya Konferansa Xweser ya Perwerde û Hînkariyê paêş hat eşkerekirin. Xalên girîng ên derdikevin pêş jî mirov dikare weke li jêr bi kurtî rave bike. 

Di çarçoveya rojevên konferansê de rewş û qewmînên siyasî yên li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji aliyê delegasyona konferansê ve bi dorfirehî hatin nirxandin. Konferansê bal kişand ser encamên civakî, çandî, bîrdozî yên III. şerê cîhanê û destnîşan kir ku yên ku ev şerî herî zêde tesîrê li wan dike, jin û zarok in, her wisa yên ku di vî şerî de li herêmê pêşengiya tekoşîna azadiyê jî dikin, dîsa jin bixwe ne.

Yek ji rojevê esasî ya konferansê nirxandina xebatên du salan bûn. Delegasyona konferansê di pêvajoya du salên bihurî de kar û xebatên hatî meşandin guftugo kirin. Bi riya van guftugoyan beşdar bi pirsgirêkên bipêşketinê yên perwerdehiyê, bi analîz, rexne û rexnedayînan daketin.


Deste û rêveberî ji xebatê re amade ye

Di konferansê de rêvebernameya xweser a perwerdehiyê jî hat nirxandin. Rêvebername tevî hinek guhertinan ji hêla tevahiya delegasyonê ve hat erêkirin.

Di rojeva pêşniyaz-biryaran de, plansaziya du salan ya xebatê hate diyarkirin. Di konferansêde de tevî gelek biryarên din; biryara avakirina komîteyeke jineolojiyê, di Peymangeha Şehîd Kerîm Kato de dayîna dersên jineolojiyê jî weke biryarên ku divê di plansaziya xebatên du salan de bikevin meriyetê, hatin pejirand.

III. Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hilbijartina rêveberiya nû ya xweser ya qada perwerdeyê, hilbijartina desteya dîsîplînê û bi axaftina dawiyê bi encam bû. 


 ROJNEWS/MEXMÛR