
Piştî axaftinê ji bo 15'ê Gulan Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hate dayîn û daxuyanî ji aliyê Mamoste Selamet Erdoxan ve hate xwendin û wiha got: “Nirxê herî pîroz yê civakekê, zimanê wê ye. Ziman hem bingeha mirovbûna mirove û hem jî berhemê jiyaneka hevpare. Mayîndebûna civakek bi hebûna zimanê wê civakê ve girêdayîye. Ji bo wê ji civak Kurdbi zimanê xwe yê giranbaha û kevnar hebûna xwe mayînd kiriye. Bi vê boneyê cejna zimanê Kurdî weke mamûste û xwendekarên Wargehê vê roja giranbaha li tevayê zaarokên Wargehê û hemû gelê Kurd pîroz dikin û em dibêjîn zimanê me Rumeta meye, em li rûmeta xwe xwedî derbikevîn”. Piştî daxuyanî hat xwendin qerneyên xwendekaran hatin dayîn.