Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser bajarokê Mexmûrê yê ser bi Mûsilê. Di roja duyemî de wargeha Mexmûrê hat valakirin. Di rewşeke ku her kesî digot, “Mexmûr li ber ketinê ye, xeteriyê xwe gihand Hewlêrê” de, DAIŞ‘ê di roja sêyemîn de li eniya Mexmûrê derbên giran xwar. DAIŞ çawa ket nava Mexmûrê, di nava çar rojên ku DAIŞ hat derxistin de çi qewimî, vê yekê bandoreke çawa li jiyana gelê Mexmûrê kir, xeteriya DAIŞ‘ê hînê li ser Mexmûrê heye?

Bersiva van hemû pirsan ji Fermandarên Hêzên Mîlîsên Mexmûrê Abdulkerîm Tûnç ê bi navê Evdo Mîjînî tê naskirin, da ANF’ê.


Hûn dikarin qala êrîşa destpêkê ya li dij Mexmûrê bikin?

Di roja destpêkê de hatin aliyê gundê Digûra. Digûra gundekî li qiraxa Çemê Dîcleyê li rojavayê bajarokê Mexmûrê ye. Li nêzî wê bajarokê Sûltan Abdûllah heye. Ev cih di bin kontrola pêşmergeyan de bûn. Beriya êrîşeke gengaz a DAIŞ’ê, qenalên kûr hatin vekirin. Lê belê tevî vê yekê jî pêşmergeyan li wir şerekî cidî nemeşandin û xwe ji wê herêmê vekişandin. Bidestketina van her du gundên li eniya pêş, tirs xist dilê gelê derdorê. Di heman rojê de bajarokê Mexmûrê hat valakirin. Gel cih û warên xwe terikand û çû Hewlêrê. Me jî, ji ber şerekî gengaz ji bo gelê sivîl zerarê nebîne, gelê li wargehê derxistin.


We çawa ewlehiya gel girt?

Piştî wergirtina biryara valakirina wargehê em hêzên mîlîs û yekîneyên gerîla, me plansaziyek amade kir. Bi awayekî ewle û koordîneyî me gel derbasî Çiyayê Karaçox û geliyê Geç ê li aliyê Hewlêrê kirin. Beşek ji hêzên me li nava kampê ma. Heta wê demê bajarokê Mexmûrê di destê pêşmergeyan de bû. Lê belê piştre çi bû em nizanin, lê hîn DAIŞ nehatibû pêşmergeyan dest ji bajarok berdan û xwe vekişandin geliyê Geç.  Di vê rewşê de DAIŞ bêyî li astengiyekê rast bê, bajarokê Mexmûrê bi dest xist. Ji ber vê rewşê me taktîkên nû afirand, hemû kamp vala kir û me xwe vekişand çiyayê Karaçoxê. Dema me kamp vala kir û xwe vekişand çiyê, ew hatin heta nava kampê. Gava pêşmerge pê hesiyan ku em ê ji qadê dernekevin, hejmara hêza xwe zêde kir.. Di roja sêyemîn de pevçûnên dijwar qewimîn. Di roja çaremîn de em li her devera çiyê bicih bûbûn û me mewziyên xwe temam kiribûn.


We çawa kamp ji DAIŞ’ê stend? 

Di roja sêyemîn de gava hêzên me ji çend baskan ve êrîşên dijwar pêk anîn, ew ketin nava şoqê. Ew li bendê bûn ku em ê xwe vekişînin. Halbûkî em li gorî taktîkê tevdigeriyan. Di encama êrîşên me de wan xwe vekişandin bajarokê Mexmûrê. Dema êrîşê me dewam kir, wan dest ji wir jî berdan û li gundê Baqirtê civiyan.Mirovan digotin qey wê her cihî mîna Mûsilê bixin bin kontrola xwe. Lê belê mîna ku min got, maşînên xwe jî li dû xwe hiştin û reviyan.


Di wî şerî de we çend windahî dan?

Di şer de me ti windahî nedan. Lê belê rojnamevan Denîz Firat dema li eniya me bi kameraya xwe dîmen dikşand, şehîd ket. Ji bilî wê ti hevalên me şehîd neketin.


Dema hûn  vegeriyan kampê, li rewşeke çawa rast hatin?

Ji ber ku nikarîbûn demeke dirêj li kampê bimînin, zerareke mezin nekarîbûn bida kampê. Eşyayê hin malan belav kiribûn. Hin heywan kuştibûn. Dîwarê hin malan qul kiribûn û kiribûn mewzî. Diyar bû xwe ji bo şerekî demdirêj re amade kiribûn.  


Ji hingê ve hûn li eniyê ne, hûn çûn cihekî din?

Piştî ku DAIŞ ji Mexmûrê hat derxistin, piştî 15 rojan derbasî eniya Kerkûkê bûm. Zêdeyî mehekê li eniya Kerkûkê mam. Li wir çend caran ketim nava şer. Dûre vegeriyam eniya Mexmûrê.


Hûn li Kerkûkê li rewşeke çawa rast hatin?

Ez derbasî qada Daqûq a ser bi Kerkûkê bûm. Em ji kampa Mexmûrê 12 mîlîs çûbûn. Li wir jî hêzên gerîla û pêşmerge li heman eniyê şer dikirin. DAIŞ’ê li wê qadê gel çavtirsandî kiribû. Piştî ku gerîla û pêşmerge li heman eniyê cih girtin û li Mexmûrê derb li çeteyan hat xistin, moral hatibû nava gel. 


Heger careke din êrîş bikin hûne karibin xwe biparêzin?

Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê belê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li herêmên din jî ewlekarî heye, li hemberî DAIŞ’ê şerek tê meşandin. Lê belê weke hêzên mîlîs û gerîla me li Mexmûrê sîstemeke xurt a parastinê ava kirin. Em xwedî wê hêzê ne ku her şêwe êrîşan bişkînin.

Bi dîtina min DAIŞ kengî firsendê bibîne wê êrîş bike. Lê mîna ku min got, em ji her şêwe êrîşê re amade ne û em xwedî wê hêzê ne ku her şêwe êrîşê bişkînin. 


HALÎT ERMÎŞ/ANF/MEXMÛR