Xwendevanê zanîngeha Selehadin yê beşa Ragehandin Rêber Kapar pirsgirêk û zehmetiyên zaningehê anîn ziman û wiha got: „Dema ku mîrov qala zanîngehê dike divê di hemû waran de xwedî pêşketîn û xwedî zanîst be û di hêla dîplomasiya di nava zanîngeha cîhanê de xwedî pale be. Lê mîxabîn dema em li zanîngehên Başûrê Kurdîstanê dinêrin, qaşo zanîngeha Selahedîn a herî pêşketiye, xwedî destûrên gelek hişkin.“ Kapar, anî ziman ku her sal bi hezaran xwendekar ji ber hinek hêcetên (jîmara zêde) xwendevanan nagirin zanîngehê û bi taybetî jî xwendekarên wargeha penaberan a Mexmûre nagirin.

‘Hûn bi Kurdî nizanin’

Kapar balkişand ser zehmetiyên alfebeya erebî û wiha pê de çû; „Dîsa xala ji bo me herî girîng ewe ku dema em diçin zanîngehê ji me re dibêjin ‘hûn Kurdî’ nizanin. Heya niha em wek wargehê penaberan û wargehek penaberên Kurd lê dijîn di aliyê sîstema bi zimanê xwe xwendinê de li cîhanê mînakin. Lê mixabin ji me re dibêjin hûn Kurdî nizanin. Kapar balkişand li ser qedexekirina alfebeya latînî û tişta ku rû bi rû dimînin wiha vegot; „Di nava ezmûnan de nivîsandina latinî qedexeye û yê ku binivîse jî di waneyên mamostayan de ‘0’ werdigere. Lê mixabin dema tu di ezmûnan de bi zimanê Erebî û Farsî binivîsî ev tê qebûlkirin, ji ber ku ev ziman ne qedexene.“


EMER ÎKE/ DÎHA/MEXMÛR