Piştî êrîşa hêzên Iraqê, Heşdî Şebî ya li dijî pêşmergeyan, welatiyên bajarokê Mexmûrê, koçberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bûn. 

Li bajarokê Mexmûrê doh danê sibehî bû meydana şer a di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê - hêzên Heşdî Şebî de. Ji ber şerê li herêmê welatiyên Mexmûrê xwe spartin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê pêşwaziya koçberan kir û welatiyên sivîl  li cihên ewle bi cih kirin.


Li Mexmûrê şer dewam e 

Li bajarokê Mexmûrê yê ser bi Mûsilê, ku piştî Kerkûkê kete bin kontrola hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, şerekî dijwar diqewime.

Di destpêkê de hêzên Pêşmegeyan û artêşa Iraqê top li hev barandin û piştre bi çekên ferdî şer dest pê kir.

Şer doh nava rojê bi giranî li derdora Şaredariya Mexmûrê diqewimî û karwanek ji hêzên pêşmergeyan ji Hewlêrê berê xwe da Mexmûrê. 


MEXMÛR