Kurdistaniyan û dostên wan Roja Cihanê ya Kobanê bi çalakiyan pêşwazî kir. Li dehan navendên li Ewrûpayê peyama xwedîderketina Şoreşa Rojava hat dayîn û berxwedana Kobanê jî hat silavkirin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk hêrsa Kurdistaniyan her ku diçe zêde dibe. Li ser banga KCDK-E’ yê Kurdistaniyên li Ewrupayê, daketin meydanan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û Girê Spî şermezar kirin. Li dehan navendên Elmanya, Fransa û Sîwsreyê ev çalakî bi rê ve çûn û peuama sereke jî ew bû, heta êriş rawestin û Ocalan azad bibe, wê çalakî dewam bikin. Ji van çalakiyan em çendekan li jêr bi we re parve dikin.
Swîsre: Kurdistaniyên bajarê Cenevre li ber avahiya Navenda Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û heta Plaînplaîsê meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Tirkiye Kurdan dikuje, Neteweyên Yekbûyî jî bêdeng dimîne”,hatin hildan.Piştî meşê bi Kurdî û Fransî daxuyaniyek hate dayin û işaret bi êrîşên dewleta Tirk hate kirin.
Bajarê Swîsre Zûrîh û Bernê jî gel daketin qadan. Di çalakiyan de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Artêşa Tirk a dagirker ji Kobanê bicehime” hatin qîrîn. Di çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk hat şermezar kirin û ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin ku bêdeng nemîne.
Fransa:Li Bajarên Fransa Rennes û Marsîlyayê jî Kurd ji bo Kobanê û Girê Spî daketin meydanan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Di çalakiyan de bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewrûpa hat kirin ku li her derê beşdarî çalakiyan bibin.
Li bajarê Fransayê Drancyê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî meşeke protestoyî organîze kir. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat gotin, heta êrişên li dijî Kobanê biqedin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê ciwanên Kurd li meydanan bin.
Elmanya: Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarên Elmanyayê Dusseldorf,Hannover û Mannheimê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî kirin. Di çalakiyan de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kantona Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin û 4. salvegera berxwedana Kobanê hat silav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN