Di salvegera destpêka êrişên dagirkerker ên dewleta Tirk li dijî Efrînê de li seranserê Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelk daket meydanan û bi yekdengî peyama, Efrîn wê bê rizgarkirin da.
Li seranserê Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê hebûn û heman peyam hat dayîn; heta ku Efrîn rizgar bibe, berxwedan wê dewam bike. Êrişên dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê 20`ê Çileyê 2018`an dest pê kiribûn, şervanên QSD’ê û gelê Efrînê jî bi berxwedaneke mezin bersiv dabû êrîşan. Şervanan û gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an bi balafiran bajarê Efrîn, navçe û gundewarên wê dagir kiribû.
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin, Efrîniyên li Şehbayê jî bi heman armancê daketin meydanan. Li Serêkaniyê û Qamişloyê jî çalakiyên girseyî hebûn, û xelkê bi yekdengî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û deverên din ên Sûriyê şermezar kir.
Bi hezaran şêniyên Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn, Kobanê û gundewarên wê li Meydana Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn, dagirkirina Efrînê û gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê şermezar kir.
Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya Efrînê, wêneyên şehîdên herêmê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê hatin hildan. Çalakger ber bi meydana Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê ve meşiyan.
Efrînî: Em ê vegerin Efrînê
Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Meşê bi dirûşma “Em bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin, dagirkeriya Tirk ji holê rakin” pêk hat û ji bo meşê dikan û kargeh hemû hatin girtin. Çalakger bi biryar in ku her li ber xwe bidin û diyar dikin ku Efrîn wê bê rizgarkirin û ew ê jî li cih û warê xwe vegerin.
Meş li navçeya Ehdasê ya Şehbayê pêk hat û wêneyên mirovên ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûyîn, hatin hilgirtin. Di meşê de şervanên YPG/YPJ’ê yên bi çalakiyên fedayî şehîd bûn Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan, her wiha wêneyên Efrînê yên bi dagirkeriyê re hatiye hilweşandin hatin hildan.
Em ê dagirkeran têk bibin
Bi sedan welatiyên bajarokê Zirganê, Serêkaniyê û gundewarên wê li ber avahiya Mala Gel a Zirganê kom bûn û li dijî dagirkirina Efrînê û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Meş li Meydana Azadiyê a li navenda bajarê Serêkaniyê veguherî mîtîngê.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Mihemed Raşid li vir axivî û got, hemû çalakiyên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ne û wiha peyivî: “Îradeya me heye ku karibe li hember dagirkeran bisekine, ji ber ku bingeha têkoşîna me şehîdên me ne, wek ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê em ê hevgirtina xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin.”
Endama Kongreya Star Selwa Hecî Mihemed jî got, dewleta Tirk a dagirker projeya neteweya demokratîk li Efrînê kir hedef û wiha axivî: “Êrişên li dijî Efrînê jiyana hevbeş û biratiya gelan kir hedef, lê ev fikr ti carî têk naçe, ji ber berxwedana me li her derê me xwe bi rêxistin kir, bi vî ruhî em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeran têk bibin.”
Li dijî dagirkeriyê Qamişlo yek bû
Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi yekdengî dirûşmên “Qatil Erdogan” got û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo doh saet 11.00’an li Çerxerêya Enteriyê ya taxa Qûdûrbegê kom bûn.
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo ku beşdarî meşê bibin, dikanê xwe girtin. Hêzên Ewlekariyê, yên Hawarî û Trafîkê ewlehiya meşê misoger kir. Meşvanan dovîzên li ser wan nivîsandî “Pêşeroja me nekujin”, “Ka mirovahî”, “Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin”, “Bila qada me ji tevgera balafirên şer re were qedexekirin” û “Qatil Erdogan” hildan. Her wiha çiqilên zeytûnan ku wek sembola Berxwedana Serdemê tên nasîn jî di destê çalakgeran de bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, Abdulkerîm Saroxan salvegera êrişên li ser Efrînê şermezar kir û got: “Hemû saziyên mirovahî û dewletên navneteweyî ji êrişên ser Efrînê berpirsyar in. Êdî bila hemû dewlet vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Roja dagirkeriya Efrînê bû rojeke navneteweyî. Efrîn heta rizgar nebe dê rawestan ji me re tine be. Ne tesaduf e ku di salvegera damezirandina şoreşa Mehabadê û salvegera avabûna Rêberiya Xweser de ev êriş birin ser Efrînê. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Dixwaze dagirkeriya xwe bi hinceta ´herêma ewle´ pêk bîne. Ev herêmên ku niha ewle ne, dê bi hebûna artêşa Tirkiyeyê re veguherin herêmên şer.”
Berpirsyara Têkiliyên TEV-DEM’ê Asya Ebdillah jî bal kişand ser berxwedana Efrînê û got, ti hêz nikare berxwedana Avesta û Barînan û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne: “Bila ti kes xeyal neke ku wê dewleta Tirk a dagirker di Efrînê de bimîne. Erdogan rojane dibe sedama qetilkirina mirovan. Pêwîst dike ku dadgehên cihanî Erdogan dadgeh bikin. Berxwedana Efrînê îro li Şehbayê berdewam e. Ev sekna berxwedêr û têkoşer a gelê me wê rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Reqa wê bi rizgarkirina Efrînê şa bibe
Bi dirûşmeya “Bi vîna gelê Efrînê êrişên Tirkiyê dê têk biçin” bi sedan welatiyên Reqayê û gundewarên wê daketin meydanan û dagirkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê şermezar kir.
Welatiyan şaxên zeytûnan hilgirtin û dîmenên binpêkirin û qirrkirina dagirkerên Tirk li dijî gelê Efrînê hildan. Xwepêşandanê ji gundê Kikûmiyê yê bakurê Reqayê dest pê kir û ta Çerxerêya Meyselûnê dewam kir. Li wir xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş, endama Saziya Malbatên Şehîdan Şemsa Salih, endama Komîteya Jinan Zelîxa Ebdê û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-derwîş axivîn.
Di axaftinan de hate gotin, Efrîn axeke azad e û dê li xwediyên xwe vegere: “îsal em ê bi rizgarkirina Erfînê şa bibin”.
Xwepêşandan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî dû.