Bi wesîleyeke xêrê hefteya bihurî min “Rapora ji akademiyekê re” ya Kafka ji nû ve xwend û wergerand Kurmanciyê. Ev rapora hanê, rapora meymûneke bi navê Peterê Sor e. Ez xulasaya vê rapora, rastî ceribandineke wêjeyî ya gelekî serketî, serê pêşî ji we re bibêjim û barê xwe sivik bikim:
Peterê Sor divê ji akademiyê re îsbat bike ku ew ji meymûntiyê qut bûye û meymûntî li paş xwe hiştiye û bi ser de jî poşman jî bibe nikare li meymûntiyê vegere. Peterê Sor behsa wê yekê dike çawa tê êsîrkirin bi guleyên nêçîrvanan, çawa di navbera wî û nêçîrvanên wî de têkiliyeke ecêb a mamostetî û şagirtiyê peyde dibe di keştiya nêçîrvanên Ewrûpî de yên ku nêçîra wî li Efrîkayê kiribûn. Ha di vir de Peterê Sor bi israr û pirrcarî behsa wê yekê dike ku ew li rêyeke geriyaye, rêyeke xelasiyê; û xelasiyê û azadiyê ji hev cihê dinirxîne û di neqeba xwe û “ew hesta bilind a bi navê azadî” de dîwarekî datîne, nexêr xendekekê dikole.
Ha ev armanca şênber ku bi ya bêjerê raporê “di destpêkê de ji ber neçariyê” peyde bûye, dike ku ew dest pê bike û bi zarê mirovan bike: Weke wan qelûnê bikişîne, weke wan bimeşe, weke wan eraqê vexwe û ya herî girîng weke wan bipeyive. Van hemûyan jî di nava 5 salan de bi ser dixe.
Bi ser de jî ew gazinan ji wan kesan dike ku dibêjin, Peterê Sor ji meymûntiya xwe qut nebûye; ji ber ku “ew ji mirovan jî bêhtir” ji meymûntiyê qut bûye. Heta wê radeyê ku dilê wî ji meymûntiyê bixele, madê wî li hev keve û ceynikên wî ji wan biarin. Erê, lê ma gelo Kafka ev çîroka Peterê Sor ji bo çi kiriye mijara ceribandineke pirr serketî ya wêjeyî? Ma derdê wî meymûnek û meymûntî bû? Ji bo vê mirov zêde serê xwe neêşîne û li wê tişta ku Peterê Sor her gotiye û bilandiye vegere: “rêya xelasiyê”.
Rêya xelasiyê ji bo êsîrekî li pişt bistên hesinî yên derebayên wan qefesên ji heywanên hov re veqetandî. Ha ev hizra ha, wê bêguman berê me bide bi wî aliyê ku em karibin hêsanîtir di Kafka û mebesta wî bigihijin. Heke em destûrê bidin xwe û alegoriyekê di navbera cinsê mirov û civaka ji mirovan a serdema Kafka de qebûl bikin û pê re jî alegoriyekê di navbera Peterê Sor û wan ferdên li derveyî vê civakê dimînin, lê hewl didin bi rengekî di navê de bijîn, heyî qebûl bikin, hingê li ber me rêyeke şîroveyê vedibe: Ew ferdên ku ji bo wan civaka modern a destpêka sedsala bîstan (yan jî bi giştî ya modern) xerîbistanek e, dûriyeke ecêb a hest û hizran e hemû derkirin û avêtina ji nava civakê bi destê xwedê nivîsî qebûl nakin. Hin ji wan li “rêyeke xelasiyê” digerin, lê ev rêya xelasiyê bi zarê civaka bijarte kirinê, bi texlîdkirinê dibe; ew ne xisleteke azadiyê ye, ew ne azadî ye jî, ew bi tenê hewldana xwe xelaskirina ji wê qefesa mecazî ya derkirina ji nava civakê ye. Mirov belkî karibe bibêje ku Kafka, dema vê dike, îşaret bi zehmetiyên Peterê Sor jî dike ku carinan xwe ji tevahiya civakê qut di odeyekê de tecrîd dike, hîletê wî ji mirov û meymûnan diçe. Ev zehmetî jî îşaret bi berdêlên vê “rêya xelasiyê” dike ku li “azadiyê” biçe.
Mirov ha li vê hizrê hêsanîtir serwext dibe dema ku mirov dizane ka çawa Kafka di nava civakê de çawa bi zehmetiyan re rûbirû bû, têkiliyên wî û bavê wî, têkiliyên wî bi cihûtiyê re û zehmetiya azadbûna di nava civaka heyî de hem di biyografiyên wî de xwe dide der û hem jî di berhemên wî yên şaheser ên weke “Doz” û “Veguherîn” de pêjna vê nakokiya di navbera şexsê Kafka û civaka wî de xwe dide der.