Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, dersa zimanê Kurdî ya ji bo mezinan ji bo sertîfîkayên xwe wergirin, şagirt ketin ezmûnê. Mamoste û organîzator dibêjin, ji bo fêrkirina Kurdî divê pêşî dêûbav fêr bibin.

MURAT MANG/BIELEFELD

Li bajarê Bielefeld ê Almanyayê 29´ê Hêziranê bi organizasyona Înîsiyatîfa Malbatên Kurd Bielefeld û beşdariya Yekitiya Mamostên Kurd ya Ewrûpa (YMK), Înstîtuya Kurd a Elmanya (IKA) kursa zimanê Kurdî ya ji bo mezinan bi ezmûnekê bi dawî bû. Kursên ziman ji Adara 2018´an ve li sazîya Internationales Begegnungzentrum Friedenshaus e.V (IBZ) dihat dayîn.

Mamosteyê Kurdî, Rêzan hesinkar (Demir) kursa zimanê Kurdî da. Hefteyê carekê roja duşemê danê êvarê saet di navbera 18.00 û 20.00´an de ders hebû. Ji bo kursê, Mamoste Rêzan kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Adara 2018´an me dest bi kursê kir. Ji bo mezinan hat organîzekirin. Beşdarên kursê bi pirranî Mamoste bûn. Mijarên me zêdetir li ser gramera zimanê Kurdî bû. Armanca me ew bû ku beşdarên kursê fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî (Kurmancî) bibin. Erê diaxivin, lê xwendin û nivîsandin pirr kêm e. Ji ber ku mezin zarokan mezin dikin, divê pêşî mezin fêrî Kurdî bibin. Hejmara beşdaran ne xirab bû. 15-16 kes beşdar bûn. Îro jî me ezmûna wan çêkir. Hevî dikim şagirtên min serketî bin û sertifikayên xwe bigirin.”

Pêşî dê û bav

Sazîyen ziman ên ku piştgirî dan kursa zimanê Kurdî û ezmûna wê wek YMK û IKA jî roja ezmûnê amade bûn. Serokê YMK´ê Abdulqadîr Ulumaskan nêrînên xwe ji bo kursê û ezmûnê anîn ziman. Mamosta Ulumaskan bal kişand ser girîngiya kursên bi vî rengî û got, “Helbet kursên weha divê hebin. Em kesên mezin jî çiqas bi Kurdî zanibin jî ji aliyê rêzimanê ve em kêm in. Em dikarin bi van kursan hîn bibin. Kursên weha gelekî pêwîst in. Divê berê dê û bav ji alîyê ziman ve bên perwerdekirin. Ji ber ku ew zarokên xwe fêrî ziman dikin. Tenê axaftin têrê nake. Xwendin û nivîsandin jî hewce ye. Heta ji destê me bê sazîya me van kursan li her derê wê pêk bîne. Mixabin zarok kêm tên.”

Şensê Bielefeldiyan heye

Li ser navê IKA Avesta Aydin jî roja ezmûnê amade bû. Aydin piştî ezmûnê bi kurtî axivî, malavahiya beşdarên kursê kir û ji wan re got, “Em li gelek deverên Elmanyayê digerin. Li vir li Bielefeldê mamosteyên wek birêz Ulumasskan, birêz Hesinkar hene. Her wisa înîsiyatîfa we heye. Ji bo we pirr şensekî mezin e. Gelek cih ji ber tinebûna mamosteyan vala ne. Ez malavahiya we jî dikim ku hûn dilxwazê zimanê Kurdî ne. Bi vê, xebat her biçe wê mezintir bibe. Siberojê her yek ji we wê bibe mamoste. Hevî dikim ku her kes xwedî li saziya xwe derkeve û zarokên Kurdan tevlî dersên Kurdî bibin.”

Di ezmûnê de 20 pirs hatin kirin. Ji bo bersivdanê 90 deqîqe mohlet hebû. Şagirtên beşdarî ezmûnê bûn, hestên xwe diyar kirin. Tenê Kurd na, Elman jî tevlî kursê bûne. Ew her wisa tevlî ezmûnê jî bûn. Nêrîna çend şagirtan weha ye:

Feyrûşe Sansar:

Ez di zarokatiya xwe de hatim Elmanyayê. Xwendin û nivîsandina bi kurdî ya dê û bavê min tunebû. Ji ber vê bi kurdî xwendin û nivîsandina min pir kêm bû. Ji bo vê jî ez tevlî qursa zimanê kurdî bûm. Ji bo min qurs baş bû. Zimanê min hinekî din pêş ket. Di warê xwendin û nivîsandinê de pêş ketim.

Azad Arîv:

Ev qederêl 3 salan e ku hatime Elmanyayê. Ji Kobanî me. Em li vê derê li welatê xurbetê ne. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi pêş bixin. Berê haya min ji vê kursê tinebû. Hevalan ji min re got. Piştî ku pê hesiyam, ez jî beşdar bûn.

Anna Ehlers:

Ez bi xwe Elman im. Ez kêfxweş im ku beşdarî kursa zimanê Kurdî bûm. Zimanê Kurdî zimanekî pirr xweş e. Ez îro jî beşdarî kursê bûm. Ji bo min zor bû. Pirr hevok hebûn min bi wan nizanî. Ev bû salek ku ez hinî Kurdî dibim. Di warê gramerê de zehmetiyê nakişînim. Ez bi taybetî dixwazim bi Kurdî xweş biaxivim.