HAWRÊ KIRÊKAR/BOTAN GERMIYAN

ROJNEWS/GERMIYAN

Muzexaneya Arkeolojiyê ya Germiyanê malovaniya qederê 500 berhemên arkeolojîk dike ku şahidiyê li dîroka mirovan li herêmê ya 8 hezar û 500 salan dike. Pirraniya berheman jî ne di kolanên arkeolojîk de lê tesadûfî xelkê herêmê ew dîtine.

Muzexaneya Arkeolojiyê ya Germiyanê, ev nêzî 5 salane ku hatiye avakirin û mal pû star e ji bo qederê 500 berhemên arkeolojîk yên ku dîroka wan heta bi beriya mîladê 4 hezar û 500 salan diçe.

Muzexaneya Germiyanê parastina tiştên arkeolojîk yên kêm û li ber nemanê yên li nav sînorê Herêma Germiyanê kom dike û diparêze. Navenda rêveberiya arkeolojiya Germiyanê, di 16´ê Adarê 2013’an de li navçeya Kelarê ya herêma Germiyanê hat avakiririn.

Stara 500 berheman e

Heta niha qederê 500 berhemên arkeolojîk di nava vê muzexaneyê de tên ditîn û ev berhem heta bi qonaxên beriya mîladê jî diçin. Gelek ji van berheman jî ji herêmên cuda yên Germiyanê hatine berhevkirin û li muzexaneyê hatine mihafezekirin. Di encama lêgerîn û di lêkolînên li herêma Germiyanê ev berhem derketine holê.

Ji dîzik, peyker, ceran heta bi kêlan

Gelek ji van berheman ji aliyê welatiyan ve di dema kar de bi tesadûfî hatine dîtin û ji bo parastinê bang li rêveberiya arkeolojiyê a herêmê kirine û radestî wan kirine.

Di muzexaneya arkeolojiyê a herêma Germiyanê de gelek berhemên serdema Skenderê Makedonî ku wek bizmar û peyker, cêr û sewîlên av û xwarinê, zêr, zîv, guze, Tizbî , peykerê serokan, fincan, kêlên goran ên bi wêneyê firindeyên cur bi cur hene. Dîroka van berheman heta bi serdemêm beriya mîladê jî diçin.

Ji destpêka bajarvaniyê heta bi Îslamê

Parçeyê herî kevin ê li muzexaneyê, Goze ye ku dîroka wê bi qasî 4 hezar û 500 salî beriya zayînê ye. Ev berhem li ser girê Rehîm ê bajarokê Rizgarî yê navçeya Kelarê hatiye dîtin.

Li gundê Top Eskerîyê navçeya Xaneqîn, Girê Qela Şêrwan û Girê Serqela û Girê Rehîm herî zêde ev berhemên arkeolojîk lê hatine dîtin, yê serdema Sasaniyan, Eşkanî û Îslamî ne ku ji aliyê rêveberiya arkeolojiyê ve hatine lêkolînkirin.

Ev berhem hemû di muzexaneyê de cih digirin, nav û dîroka wan jî li ser wan hatiye nivîsin. Ev yek jî bi destê pisporan çûye serî. Gelek ji van berhemên arkeolojîk yên li vir hatin bicihkirin û beşeke din jî hîna di bin axê de mane, rê nadin ji bo derxistina van berheman.

Devereke 8 hezar û 500 salan şên

Cigirê rêveberiya muzexaneya Arkeolojiyê ya herêma Germiyan Salih Mihemed Semîr got, “Nêzîkî 500 berhemên arkeolojîk di nava vê muzexaneyê de hene û beşeke mezin ên van berheman jî ji herêma Germiyanê hatine komkirin. Li gorî dîroka van berheman, wiha diyar e ku beriya mîladê bi 6 hezar û 500 salan, mirov li vê herêmê dest pê kirine, jiyane.”

Salih Mihemed Semîr wiha bi dewamê qala muzexaneyê kir: “Yek ji girîngiyên vê muzexaneyê ew e ku peykerê xudawend û serokên ku mohra xwe li dîrokê xistine, li herêma Germiyanê jiyane, peykerê wan tê dîtin. Pêwîst e, em van kel û pelên dîrokî biparêzin ji bo siberojê ku girîngiya navçeyê hebit.”