
´Li Rojava şoreşek heye´
Sînem Ehmet got, Serokê Herêma Kurdistanê gotibû li Rojava şoreş tuneye û tenê dewir dayîn çêbûye. PYD’ê û rêxistinên din yên kû rola sereke di rizgarkirin û parastina Rojavayê Kurdistanê de rolek berbiçav leyistine ji vê daxuyaniya Barzanî bêzar bibûn û ji Barzanî xwestibûn kû ji gelê Rojava û malbatên şehîdan lêborînê bixwaze. Dema em bi birêz Barzanî re rûniştîn me tiştên xwe yên heyî ji wî re vekir û wî jî ya di dile xwe de ji me re got. Dibe kû hinek tiştên ne rastin gihiştibin destê serokê Herêmê ji bo vê jî me xwest sererast bikin û me di encamê de sererast kir. Dema kû birê te bêje keremke were mala min ev jî diyare kû tê çi wateyê. Pêwîst nake lêborînê bi devê xwe bêje.”
´Emê serbixwe biçin Cenevre´
Têkildarî civîna Cenevre-2 jî Mihemed dîtînên xwe wiha bilêv kir: “Me biryar girt kû Kurd hemû heta dawiyê hewlbidin kû serbixwe tevlî Cenevre-2 bibin. Ji ber ku Kurd li Suriyê hêzekê bingehîne û niha hêza herî zêde ya tenzîm kiriye. Bes hêzên navnetewî dibêjin li ser navê muxalefetê yek heye wê biçe tevlî Cenevre-2 bibe. Di nav wê hêzê de jî divê Kurd cihê xwe bigrin. Hêzên ji derve vî tiştî tayin dikin. Na eger bêjin du hêz li ser navê muxalefetê hene wê demê hêza me jî heye û emê weke Desteya Bilind a Kurd (DBK) tevlî bibin. ”
´DBK wê bi hêz bibe´
Li ser aktîfkirina Desteya Bilind a Kurd Mihemed da zanîn kû di vê civînê de tişta jibo me herî girîng yek jî aktîfkirina Desteya Bilind e û wiha pêde çû; “Ew jî vê xalê dipejirînin. Çi tişt di berjewendiyên gelê Rojavayê Kurdistanê de be emê wiya bikin. Me biryar girtiye emê Desteya Bilind aktif bikin. Bes heya niha di vê civînê de me ev mijar nîqaş nekiriye. Emê nîqaş bikin ka emê çawa karibin Desteya Bilind aktif bikin.” Di mijira tevlîbûna ENKS’ê ya Muxalefeta Sûriyeyê de Mihemed destnîşan kir kû ev yek parçebûn û lewazbûna hêzên Kurd derdixîne holê û gotinên xwe bi vî awayî berdewam kir; “Em vê gavê xurtkirina Desteya Bilind nîqaş dikîn, dîsa jî cihê xwe di nava muxalefeta Suriyê de bigrin negrin ew dizanin. Em dikarîn weke hêzên Kurdên Rojava bi hev re bi awayek hevbeş karbikin. Ev rewşe jibo me nabe pirsgirêk.”
´Sêmalka wê vebe´
Yek ji mijar û pirsgirêkên herî girîng yê civînê Deriyê Sêmalkan bû. Mihemed di vê derbarê de da zanîn kû aliyan di navbera xwe de jibo alikariyên mirovî li ser vekirina Deriyê Sêmalka li hevkirine û axaftina xwe wiha domand; “Deriyê Sêmalka ji herdu aliyan ve jî girtiye. Em dixwazîn jibo derbazkirina her cûre alikariyên mirovî deriyê Sêmalka vekîn. Hukumeta Herêmê jî dixwaze ev deriye jibo alikariyên mirovî bê vekirin. Bes ne jibo koçberiyê. Jibo koçberiyê be em venakîn. Ev deriye jibo alikariyên mirovî wê were vekirin. Herwiha jibo rewşên nexweş û alikariyên mirovî jî hatun û çûn wê çêbibe. Jibo alikariyên mirovî derbaz bibin berê jî komîteyek hebû bes komîteyek hevbeş wê were çêkirin jibo alikariyên mirovî derbazî Rojava bikin.”
´Suçdar nayên berdan´
Hinek kesên girêdayî El-Partî û Partiya Azadî di bûyerên kuştinê de û bûyerên bivî awayî de cih girtine û ew şertê berdana van kesan davêjin pêşiya MGRK’ê û PYD’ê û dixwazin ev kesan werin berdan. Têkildarî vê jî Mihemed dîtinên xwe bi vî awayî anîn ziman; “Girtiyên El Parî û Partiya Azadî di destê asayişê de ne. Ji bo van kesane wê asayiş biryarê bide. Zagonek heye, yekê yek kuştibe nayê berdan. Sîstemek û asayişek heye, ew asayiş erk û karê xwe dizane. Asayişê jî zagonên xwe hene. Dibe kû hinekan tewanên xwe biçûk bin. Evê werin berdan. Em naxwazên zulmê li gelê xwe bikin û em zulmê li kesê nakîn vêya herkes baş dizane. Eger hinek kesan tewanên giran kiribin, berdana van kesan ne ez ne jî kes dipejirîne.”
´Du hêzên leşkerî nabin´
Mihemed di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser avakirina hêzek leşkerî a ji dervey YPG’ê û da zanîn xeyalkirina vê yekê bi serê xwe şaşiyek mezine û wiha gotinên xwe bidawî anî; “Ferzkirina avakirina hêzeke leşkeri a ji derveyî YPG’ê şaşitiya herî mezine. Tiştek wisa ne gel, ne dîrok ne jî kes wê efû bike. Ger du hêz çêbibin wê şerê biratî destpêbike. Ji bo vê jî em vê yekê ji xwe re weke xeta sor dibînin û tu car tiştek bi vî awayî napejirînin. Me hîn ev tişt nîqaş nekiriye bes dema kû aktîfkirina Desteya Bilind were nîqaş kirin di nava komîteyên parastinê de dibe kû ev mijar jî bi awayek berfireh were dest girtin.”
NÎHAT KAYA-WEHBÎ DEMÎR /DİHA/HEWLÊR