
Mîhrîcana 10’emîn a 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ku di 27’ê Sibatê de bi tûrnuvaya fûtbolê hatibû destpêkirin li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pîrozbahiyek bi dawî bû. Pîrozbahiya ku bi hezaran kes tevlî bû heya derengiya şevê berdewam kir.
Mîhrîcana ku di 3’ê Nîsanê de bi vekirina pêşangehê, bi maratona bezan û bi lidarxistina şahiyek a ji aliyê Meclîsa Îştarê berdewam kir, di roja 4’ê Nisanê de jî bi çandina şitlên daran, bi pêşbaziyên çand, hûner û werzîşî a wekî pêşbirkên helbest xwendin, koma muzîkê, pêşbirka dengbêjî, meşa bi torbe, hêk û meşa mêrûyan û stranan berdewam kir.
Bernameyê 4’ê Nisanê bi tevlîbûna hezaran kesan ve deqeyek rêzgirtinî a ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin û axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredarê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mihemed Kara ve hat kirin.
Piştî axaftina Hevşaredarê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mihemed Kara bernameya 10’mîn Mîhrîcana 4’ê Nisanê ya Çand û Werzîşî bi birîna pasteyê, pêşbaziyên çand û werzîşî berdewam kir. Di heman demê de xwendevanên ku di pêşbirkan de bûn yekemîn jî hatin xelatkirin û 10. mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşî bi stranan û govend gerandinê bi dawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR