Di mîhrîcanan ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD)ve bi slogana 'Bêndera Sînemayê' di navbera 29'ê cotmeh û 4'ê mijdarê hat lidarxistin de 56 fîlm hatin pêşandan û bi panelên ku hatin lidarxistin jî sînemaya alternatîf hat nîqaşkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Prof. Buşra Ersanli jî di nav de gelek kes beşdarî dêlindêza xelatan bûn.
Serokê OSAD'ê Erol Balci anî ziman ku divê kes vê mîhrîcana ku hefteyeke berdewam kur wekî çanda populer nebîne û wiha axivî: "Her gaveke yan jî her vîdeoyeke di mîhrîcanê de hat pêşandan di esasê xwe de parçeyeke ji berxwedana gel e, parçeyeke ji çalakiya greva birçîbûnê ye, parçeyeke berxwedana di zindanan de ye. Daxwazên berxwedêran bûn daxwazên vê mîhrîcanê jî. Beşdarên mîhrîcanê jî hema bêje her roj li kolanan ji bo ku pêkutiyên li ser zimanê zikmakîş bidawî bibe, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bidawî bibe û şert û mercên wî yên tenduristî, ewhehî û azadî pêk bên di çalakiyan e bûn. Di herka mîhrîcanê de ev daxwaz her tim hatin ziman û niha jî tên ziman"

Vegere ser xaka xwe

Balci anî ziman ku sînemaya Kurd li ser xaka xwe pêş neketiye û ev yek wiha anî ziman: "Yilmaz Guney li sirggûniyê sînemaya Kurd pêş xist. Halîl Dag jî di şert û mercên zehmet ên çiyayan de wekî gerîlayekî sînemaya Kurdan çêkir. Ji ber ku xaka Kurdan ne azad bû hunera wî jî ne azad bû. Li cihekî ku şert û mercên azadiyê tune bin hunera azad jî tune ye. Ji ber vê yekê Yilmaz Guney mecbûr ma ku sînemaya xwe li sirgûniyê çêbike. Lê îro roj êdî ne hewce ye ku sînemaya Kurdan li sirgûniyê were çêkirin. Sînemaya Kurdan êdî divê ku vegere ser xaka xwe, li Amedê, li Hewlêrê, li Amûdê divê kul i ser koka xwe şîn were. Divê ku ji Stenbol û Ewropayê limala xwe vegerin. Derhêner, hunermend, lîstikvan, çêkerên Kurd dibê ku bi vê yekê zanibin û li gorî heqîqeta gelê xwe tevbigerin. Ev mîhrîcan ez bawer im ji bo vê yekê zemînekê ava kir."
Balci bal kişand ser ku mîhrîcan pêdiviya konferanseke jî derxistiye holê û destnîşan kir ku ji bo astengiyên li pêşiya sinemaya Kurdan werin rakirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên sînemayê û ji bo amadekirina manîfestoyeke lazim e ku konfreanseke jî were lidarxistin.
Piştî axafttina Balci li salonê kurefîlmeke ku behsa çalakiya grevên birçîbûnê ya li girtîgehan dikir hat pêşandan. Piştî pêşandanê temaşevan demeke dirêj li çepikan xistin. Di fîlmê de peyama Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz ku di berxwedana zindanan de jiyana xwe ji dest dan û peyama rojnameger Tayîp Temel ku ji 12'ê îlonê û vir ve ye li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di çalakiya greva birçîbûnê de ye hat dayîn. 


Fîlmê sedsala 21'emîn
Piştî pêşandan kurtefîlm parlamneterê BDP'ê yê Stenbolê û derhêner Sirri Sureyya Onder axivî û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ku li zindanan didome sahneyeke fîlmekî bi esle û wiha axivî: "Di vê merhelaya ku em ketinê de em baş lê serwext dibin ku mirovên ku di jiyana xwe de tu carî ji çaya ber destê xwe neqeriyane, yê ku bi hiqûqa rêhevaltiyê tu carî ranebûne, yên ku ji bo kesekî/ê din fedakariyê nekirine, ne mimkûn e ku bi wateya vê berxwedana mezin bizanibin. Tiştekî ku nedîtiye dê çawa jê fêm bike. Ji berk u ew bardaqeke av jî ji cihekî heta cihekî din ne li gorî berjewendiya wan be nabin, dibêjin qey berxwedêr bi talîmatan dikevin rojiya mirinê. Lêe w hevaên ku bedena xwe razandine mirinê bitevahî hevalên me ne. Heta duh berî ku heq û hiqûqa wan nehatibû xespkirin me bi hev re li kolanan siyasetê dikir. Hûn li tu drê dinyayê berxwedaneke bi vî rengî nabînin. Ev berxwedan romana ku hêj nehatiye nivîsandin, fîlmê ku hêj nehatiye kişandin û helbesta her xweşik a ku hêjj nehatiye xwedin a sedsala 21'emîn e." 
Piştî axaftinan di encama nirxandina fîlmên tevli pêşbirkê bibûn, fîlmên ku xelat wergirtin hattin aşkerakirin. Hunermendên ku xelat wergirtin xelatên xwe diyariyê berxwedêrên di greva birçîbûnê de kirin. Di beşa belgefîlman de, belgefîlma Mizgîn Mujde Arslan 'Ez Firiyam Tu Ma Li Cih', xelata mansiyonê jî belgefîlma Ersîn Çelîk a bi navê 'Min rastî nivîsand; Deftara Licê' xelat wergirtin. Di beşa fîlmên metrajdirêj de ji berk u di fîlmên xwe de pirsgirêkên civakî baş vegotine; "Meş", "Li Vir" û "Kirik Mîdyeler" xelat wergirtin. Di beşa senaryoya herî baş de jî senarîstê fîlê Guhar, Teymûrê Evdikê û senarîstê fîlmê Mizgîn, Omer Leventoglu xelat wergirtin. Di beşa kurtefîlman de "Land of the heroes" û "Peyare" xelat wergirtin. Di beşa xelata mansiyonê ya taybet a juriyê jî fîlmê bi navê 'Li Dû Şopa Bedîayyê' ku behsa jineke Kurd a ku ketiye greva birçîbûnê û hem di warê hiş û hem di warê bedenê de tahrîbat lê çêbûne xelat wergirt. Dêlindêza xelatan bi kişandina wêneyan bi dawî bû. 

DÎHA/AMED