
Bi minasebeta 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kantona Cizîrê dest pê kir niha di roja 4’yemîn de didome.
Mîhrîcana bi dirûşma ‘Li ser dika jiyana azad em ala rasteqîn a şanoyê hildidin’ dest pê kir û dê heta 4’ê nîsanê berdewam bike. 27′ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ji sala 1962′yan ve, wek roja şanoyê tê pîrozkirin. Lê girîngiya vê rojê ya ji bo şanogerên kurd ew e ku di vê rojê de gerîlayê PKK’ê Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) di sala 2004′an de ji bo ku êrîşên rejîma Baasê ya Sûriyeyê şermezar bike, li Qada Sedellah El-Cabirî ya Helebê çalakî pêk anî bû agir berda bedena xwe.
Di Mîhrîcanê de rêveberên kantonên Rojava jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn û Yekta Herekol hat bibîranîn. Piştî axaftinan, komên Kevana Zêrîn a stranan, Koma Xabûr a Dîlanê jî derketin ser dikê. Di berdewama mîhrîcanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şano hat pêşandan. Dê mihrîcan heta 4′ê nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya bajarên kantona Cizîrê berdewam bike.
ANHA/QAMIŞLO