5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 4’an de dewam dike. Mîhrîcan di roja yekemîn de bi lîstikên bi navê ‘Li Iraqê çi dibe?’ û ‘Bûn An jî Nebûn’ dest pê kiribû û di roja duyemîn de lîstika bi navê ‘Yoruyorsunuz Bizi… Aferin Size’ (Hûn me diwestînin… Eferim ji we re) ya ku derhêneriya wê Behîç Cem Kola kiriye dewam kir. Komek şanogerên di bin navê Kadikoy Theatronê de xebatên xwe dimeşînin, beşdarî 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bûn. Şanogerên di komê de cih digirin destnîşan kir ku peyva Theatronê ji Yewnanistana antîk tê û ji ber orjînaliya xwe, wan ev nav li saziya xwe kiriye. Derhêner û lîstikvanê şanoyê Begîç Cem Kola diyar kir ku ew hemû dramaturg in.

Şano Cazû?

Kola di dewama axaftina xwe de got, ew di heman demê de ‘Şano Cazû’ ne û li ser vê mijarê jî got: “Şanoya Cazû ji şanoya sî pêk tê, yanî ji pîresêran û dehbeyên ecêb in. Me cara yekemîn bi lîstika ‘Benim adim kirmizi’ (Navê min sor e) berî 4 salan dest bi xebatan kir. Lîstika ‘Hûn me diwestînin… Eferim ji we re’, lîstika me ya 4’an e û em wekî komekê xebatên xwe didomînin.” Derhênerê şanoyê Kola aşkera kir ku ew ekîbeke lêkolînê ne û der barê komê de ev agahî dan: “Di ekîbê de ez (Behîç Cem Kola), Cansu Kahvecîoglu, Oguz Arici û Hasan Şahînturk hene. Em her çar bi hev re, me da ser vê rêyê. Di her dem û her lîstikê de komeke mirov tev lî me dibin, yên bi me re xebatên xwe dewam dikin jî hene. Di vê projeyê de mamosteyên wekî Înonu Bayramoglu, Bulent Acar jî hene. Ji derveyî wê, ya rastî, em hemû komeke dramaturg in, hema bibêje em hemû akademîsyen in. Dîsa em dikarin hin navê wekî Leyla Yazici û Mahîr Dînçer jî li van hevalan zêde bikin û em bi hev re dixebitin.”

Fêhmkirina Beckett

Li ser pirsa “Hûn me diwestînin… Eferim ji we re, hûn dixwazin çi peyamê bidin?” jî Kola ev bersiv da: “Ya rast em naxwazin peyamekê bidin, ev macerayeke me ye û em dixwazin li romanên Beckett serwext bibin. Em difikirin ku bi romanên Beckett tiştekî biafirînin. Bi taybetî romaneke wî ya bi navê ‘Mercier et Camier’ heye û me xwest em li ser vê bixebitin. Ya rastî, di vê romanê de lîstikek heye, Beckett di nava lîstikekê de ye û me xwest li cihê ku em li ser maseyê rûnên û bibêjin roman wiha ye, na na wiha ye, me xwest em bi rêya lîstikekê vê berhemê derxin ser dikê. Ji ber wê jî peyameke me ya cuda tine ye.”

Tişta ‘Ecêb‘ got!

Ji ber ku pirraniya komê ji akademîsyenan pêk tê û di demên dawî de gelek adademîsyen ji saziyan hatin îxrackirin, pirsa; “Gelo di nava we de akademîsyenên ji kar hatine avêtin, an jî êrîşeke dewletê ya ku we diwestîne heye?” di serê me de çêbû. Li ser vê pirsê şanoger Kola ev bersiv da: “Li ser vê babetê îro bi hevalan re axaftineke me jî çêbû. Mînak, em li Kadikoya Stenbolê dijîn, rewşeke wekî vir a ku kêlî bi kêlî di binê vê atmosferê de bimîne tine ye. Bêguman her dem rojev ev e, her kes akademîsyen e, her kes an îmzeyan diavêje, an ji bo îfadeyê gazî wan dikin, an li dibistanê hevdîtineke wî heye. Her dem danûstandineke bi hev re heye. Lê dema em li vir mêze dikin, şideta li vir pirr cuda ye, ez rast bibêjim carinan tu vê hîs nakî. Ev pirr tiştekî ecêb e. Dema ez ji malê derdikevin û diçim Kadikoyê û li saziyê rûdinêm, hema bibêje, ez qet bi polîsekî re jî rû bi rû nabim. Ev balkêş e. Lê divê ez bibêjim der barê navê lîstikê de girêdaneke wisa bi taybetî hatiye hilijartin tine. Der barê navê lîstikê de ‘Hûn me diwestînin… Eferim ji we re’ hema bibêje peyva herî bê wate ya ji nava lîstikê hatiye hilbijartin e. Ji ber wê jî bi taybetî nehatiye hilbijartin.”

Hatina Amedê kêfxweşî ye

Li ser pirsa “Cara yekemîn e ku 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê beyî ku ji şaredariyê piştgiriyê wergire, bi derfetên Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin. Hûn tevlîbûnê wekî destekekê digirin dest gelo?” jî Kola bi van gotinan şîrove kir: “Haşa, teqez em tevlîbûnê wekî destekekê nagirin dest. Tevlîbûna vê mîhrîcanê tiştekî bêhempa ye. Hatina Amedê û li vir şano pêşkêşkirin, bi mirovên li vir re danûnstandin, pir tiştekî xweş e. Mînak em tevlî çend tûrneyên din jî bûn, wekî Îzmîr, Bursa û Enqereyê. Tevlîbûn ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku em jî hêj nizanin em çi dikin. Dibe ku em di aliyê hunerî û entelektuelî de jî di nav de winda bibin. Dibe ku temaşevanên li Stenbolê yek tîpî nebin, ema beşeke ku tê Kadikoyê lîstikê temaşe dike heye. Lê hatina vir û tişta ku li vir li me vegere, gelekî girîng e û ev jî bipêşketineke mezin di xebatên me de dide avakirin.” Kola da zanîn ku wan bi rêya Oguz Arici têkilî bi xebatkarên mîhrîcanê re daniye û got, ev tiştekî muthîş bû û wiha pê de çû: “Em gelekî bi kelecan bûn, em ê bên Amedê û lîstika xwe pêşkêş bikin. Ev muthîş e. Bi tevlîbûnê re me gelek kes nas kirin, me hûn nas kirin, ev pirr tiştekî xweş e.” 



MURAT SEKMEN / ROJEVAMEDYA / AMED