Piştî merasîma xelatan dîwana Dengbêjên Botanê derket ser dikê û stranên ku ber bi jibîrkirinê ve diçin stran. Dîwana Dengbêjan eleqeyeke mezin dît.
Di şeva dawî ya mîhrîcanê de sînevîzyona HPG’iyên ku di 2012’yan de li çiyayê Kato jiyana xwe ji dest dane hate pêşandan. Dema ku sînevîzyon qediya welatiyan demeke dirêj dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” ve “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Di konsera dawî ya mîhrîcanê de jî coş derket asta herî jor. Koma Dengê Amara, Hozan Hediye, Koma Pel, Bulent Turan û Hozan Suar derketin ser dikê û konser serê sibehê bi dawî bû. Piştî konserê axaftina girtinê ya mîhrîcanê hate kirin. Li ser navê Komîteya Amedkar a Mîhrîcanê Îsmaîl Erk spasiyên xwe beşdaran kir û hêviyên xwe yên ji bo mîhrîcana 2015’an anî ziman û got ku ew hêvîdar in mîhrîcana 2015’an bi çandeke azad û bi Rêbertiya azad ve li çiyayên azad pîroz bikin. Erk ji bo piştgiriya Rojava û girtiyên nexweş banga bihîstiyariyê kir.
Piştî ku mîhrîcan bi dawî bû welatiyên ku 3 roj in li zozana Laleşê ya çiyayê Kotanê konê xwe kom kirin û ber bi malên xwe ve derketin rê.
ŞIRNEX