Di çarçoveya mihrîcana bi dirûşima „Ji qirkirina çandî re na“ hatiye lidarxistin a 4 rojan dom kir de panel, çalakiyên çandî û sporê hatin lidarxistin. Dawiya mihrîcanê de jî konserek hat lidarxistin. Konser li Navenda Civaka Kurd a Londonê hat pêkanîn. Nûnerên Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî û yên Meclîsa Jinê ya Roj di konserê de axaftinek kir. Piştî axaftinan sînevizyona çalakiya ciwanan a dagirkirina Rojnameya The Guardianê hat nîşandan. Di konserê de kesên di çalakiyên sporê de xelatên yekemîn û duyemîn girtine jî xelatên xwe girtin. Piştî merasîma xelat, Hunermend Olcay, Koma Zelal, Rojda, Cemil Koçgün û Çetin Oraner derketin ser dikê. Ciwanan di konserê de bê navber dirûşimên „Biji Serok Apo“ û „Şehid namirin“ gotin.
Nûnerên Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî ku me piştî konserê nêrînên wan girtin, diyar kirin ku festivala wan serkeftî derbas bûye û gotin ku ji bo di zanîngehên Îngîlîz de perwerdehiya kurdî bê dayîn û di çarçoveya kampanyaya Nasnameya Azad û Rêberê Azad de wê xabatan bimeşînin.
Piştî konserê ji bo meşa bi bonaya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê wê roj yekşemê bê lidarxistin banga tevlibûnê hat kirin.
ANF/LONDON