Vekirina Mîhrîcanê li Salona Sînemeya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlîhê pêk hat. Di vekirina mîhrîcanê de Wekîlê Serokê Şaredariya Êlîhê Serhat Temel, rêveberiya dildar a BDP’ê, nûnerên KurdÎ-DER, ÎHD, rêxistinên saziyên civakî yên sivîl, xebatkarên Navenda Çanda Biharê, derhenerên fîlman, endamên meclîsa şaredarî û meclîsa giştî ya bajêr û bi sedan kes amade bûn. Beriya destpêkirina fîlm li salonê kokteyl hate dayîn. Piştî kokteylê hezkiriyên fîlm û mêvan derbasî salona temaşekirinê bûn. Beriya axaftinê kurte dîroka fîlmên salên berê hate nîşandan û peyama Hevserokên BDP’ê Demîrtaş, Kişanak û Serokê Şaredariya Êlîhê Necdet Atalay ku ji bo mîhrîcanê şandibûn hate xwendin. Li vir beriya fîlm destpê bike Wekîlê Serokê Şaredariya Êlîhê Serhat Temel axaftinek kurt kir. Temel, diyar kir ku ew ji bo bajarê Êlîhê bi hemû awayî deyndarin û got ew wek şaredariya Êlîhê bi rêbazên hûner û bela sînemayê dixwazin vî deynî bidin.


Mîhrîcan xurtir dibe

Temel, destnîşan kir ku ew ji salê berê kêfxweştirin ku Kurdên her çar parçeyan û yê li diyasporayê dê tevlî mîhrîcanê bibin. Temel, ev tişt got: “Ez hêvîdarim ku emê demek xweş derbas bikin. Em dîsa gelek bextewarin û dilşadin ku mîhrîcana me her diçe xurtir û mezintir dibe. Ez bawerim ku dê ev mîhrîcan ji bo pêşerojê bibe, mîhrîcana fîlman a Kurd. Armanca me jî ew e ku em vê sînemaya Kurd li pêş bixin û ji bo pêşerojê bikin wek platform û sînemaya alternatîf.” Temel, ji bo hemû kesên ku keda wan di xebata mîhrîcanê derbasbuye û mêvana spasiyê xwe anî ziman.  Piştî axaftina Temel, mîhrîcanê bi fîlma Yilmaz Guney “Seyîtxan” ji bo temaşevana hate pêşandan û wan jî bi hezkirinek mezin lê nêrîn.
Mîhrîcan dê heta 23’ê Kanûnê bi fîlmên cihê reng û cûda bi dome. Pêşandan fîlman a sibê wiha ye: Gerayîş, Pêlîstok, Sipî, Qilm, Porteqal, Ez firiyam tu ma li cihSîmûrg. 

DÎHA/ÊLÎH